Komîteya Destûrê bi bin ket û garantorên Astanyayê di demeke nêz de dicivin

Piştî têkçûna civînên Komîteya Destûrê, her kes bûyerên li herêmên cuda yên Sûriyê dişopîne. Ji aliyekî din ve jî, tê gotin ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de di nava çend rojên pêş de dê civînek were lidarxistin. Gelo tiştekî nû heye?

Komîteya Destûrê bi bin ket û garantorên Astanyayê di demeke nêz de dicivin
14 sibat, 2021   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Hêzên hikumeta Şamê topbarana li ser herêmên qaşo bêçek zêde kiriye. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) şevê din ragihand ku di navbera çete û hêzên hikumeta Şamê de li eniya Mecazir a gundewarên rojhilatê Idlibê şer derket û ev yek ji ber hewldana hêzên hikumetê ku li herêmê bi pêş de biçin, çêbû.

Li gundewarên Idlib û Helebê di rojên dawîn de topbaran di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de çêbû, her wiha balafirên şer bombebaran pêk anî.

Gef û êrişên ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tabyet navçeya Eyn Îsa û Til Temirê, didomin.

Piştî binketina civîna 5`emîn a Komîteya Destûrê asta şer zêdetir bû. Nûnerê navneteweyî Geir Pedersen hêrs û xemgîniya xwe ji ber rêya komîteya destûrê ragihand.

Di civîna Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya beriya çend rojan de, Pedersen daxuyaniyeke bêhêvî da. Pedersen meclis agahdar kir ku tu projeyên wî ji bo xebatên pêşerojê tune ne û got gera 5`emîn ji xebatên komîteya destûrê ya biçûk ku di Çileya derbasbûyî de çêbû, derfetek winda bû û ne li gorî hêviyên wî bû.

Pedersen wiha domand: "Min ew agahdar kirin ku pêwîstî bi dîplomasiyeke navneteweyî li ser esasê rewşa Sûriyê heye. Min got baweriya min niha zêdetir heye ku bêyî wê rêya destûrî yan jî çi rêyên din, bi pêş ve naçe."  

Tê payîn ku garantorên Astanayê; dewleta Tirk, Îran û Rûsya civîna xwe ya 15`emîn li bajarê Soçî yê Rûsyayê di 16-17`yê Sibatê de li dar bixin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê beriya çend rojan ragihand ku wan bersiva êrişên bi moşekan li ser baregeha Himêmîm ku ji aliyê “herêma bêçek” ve hatibûn avêtin, da. Beriya niha jî navendên petrolê yên li herêmên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Helebê ji aliyê baregeha Hemêmîm ve hatibûn hedefgirtin.

Di 9`ê Sibatê de baregeha Qîrata ya bakurê rojhilatê Minbicê ya dewleta Tirk a dagirker gundê El-Cat bi topên hewanê kir hedef. Her wiha dewriyekeke Rûsyayê dema ku li nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li herêmê digeriya, bi çekên sivik hate hedefgirtin.

Der barê vê yekê de rojnamevan û lêkolînerê siyasî Malik El-Hafiz wiha got: "Ez dibînim ku tişta di vê demê de li Bakurê Sûriyê çêdibe encameke xwezayî ji geşkirina bûyeran di aliyê siyasî de ye. Binketina Komîteya Destûrê hişt ku Rûsya û hikumeta Şamê şer gur bikin. Ev yek di dema ku rêyên lihevkirinê di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de hatine rawestandin, pêk hat."

Têkildarî derfeta ku lihevkirinek di navbera Rûsya û dewleta Tirk de pêk were, Malik El-Hafiz ev nirxand kir: "Ji ber rewşa siyasî, niha tu derfet tune ye ku hevpeyman di navbera  Rûsya û dewleta Tirk de pêk were. Lê di heman demê de tu derfet tune ye ku lihevkirin di navbera her du aliyan de hilweşe."

 ‘LI HÊVIYA RÊVEBERIYA BIDEN‘

Malik El-Hafiz got guhertineke nû di bûyeran de heye û wiha domand: "Guhertin gihandina Biden ji Koşka Spî re ye û têkiliya di navbera Rûsya û dewleta Tirk de dibe ku bi rêveberiyê re ne rehet be. Ji ber wê jî dibe ku girêk di rewşa meydanî û siyasî ya Sûriyê de hebe. Divê mirov lê binêre ku yek ji aliyên Astanayê Îran dê bi DYA`yê re têkeve têkiliyeke cuda. Ev yek jî tê wateya ku divê Rûsya û dewleta Tirk siyaseteke awarte ji bo dan û standina dosyaya Sûriyê çêkin û li ser guhertin û detayan bilîzin."

Girêdayî pêşeroja lihevkirinên di navbera Rûsya û dewleta Tirk a li Sûriyê, El-Hafiz diyar kir ku mirov nikare bêje ku tu nakokiyên Rûsya- dewleta Tirk hene ku pirsgirêk li Sûriyê di navbera wan de derxistiye, ji ber lihevkirinên di navbera her du aliyan de mezintir û girîngtir in.

El-Hafiz wiha domand: "Heke rêveberiya Biden helwesteke neyînî ji Enqere û Moskovê re bigire,  dibe ku mirov nêzîkbûneke mezintir di navbera Rûsya û dewleta Tirk de bibîne."

El-Hafiz destnîşan kir ku mirov nikare "bazirganiya" di navbera Rûsya û dewleta Tirk de dûr bixe lê belê ev yek li gorî çawaniya dan û standina wê bi rêveberiya Biden bi dosyaya Sûriyê re bi giştî û dan û standina bi Rûsya û dewleta Tirk re di hundirê vê dosyayê de dimîne.

Girêdayî rêya geşedanan li Sûriyê El-Hafiz ev tişt anî ziman: "Rûsya dê her tim parastina hebûna xwe ya stratîjîk li Sûriyê bike. Ji ber wê çi rola neynî ya Washingtonê dê zehmetiyên mezin di aliyê siyasî yê dosyaya Sûrî de derxîne. Dibe ku şer li dijî hêzên di nava lîsteya terorê li Sûriyê de derkeve. Heger lihevkirin di navbera Amerîka -Rûsyayê de derkeve dê ji vê dosyayê dest pê bike."

Rojnamevan û lêkolînerê siyasî malik El-Hafiz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Têkbirina xebatê Komîteya Destûrê hatibû texmînkirin û dibe bi awayekî fermî di demeke nêz de were ragihandin. Ev yek jî ji ber xwesteka Şamê ji destpêkê de ku vê yekê keysbaz bike da ku bighêje dema hilbijartinên serokatî ku dibe di demeke nêz de werin lidarxistin. Şam jî dê bi hevkariya Rûsyayê vê yekê bike."

(bx) 

ANHA