Li Şehbayê komploya navneteweyî hate şermezkirin

Şêniyên Efrînê yên li kampa Berxwedan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şeremzar kirin.

Li Şehbayê komploya navneteweyî hate şermezkirin
13 sibat, 2021   15:25
ŞEHBA

Meş bi diruşmeya "Bi hêza ciwanan em ê komployê têk bibin, girtîgeha Îmraliyê bişewitînin û azadiya rêber Apo mîsoger bikin" ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê ve hate li darxistin.

Meş ji rêya di navbera Til Qerah û navçeya Ehrisê ya Şehbayê de dest pê kir. Di meşê de posterên rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, alên Yekitiya Jinên Ciwan, pankartên "Em roja girtina te bikin roja temamkirina xeta te", "Dilê Efrînê li Garê şer dike","Bimire îxanet", "Ji rêbertî re azad" û "Azadiya rêbertî misogeriya mayîna neteweya demokratîk e" hatin vekirin.

Piştî ku girse di nava kolanên gundê Til Qerahê de meşiya, li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a naverasta gundî rawestiyan û deqeyeke rêzgirtin.

/ar/uploads/files/2021/02/13/143806_shyar-afryn-1-5b1600x12005d.webp

Piştre ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Şiyar Efrîn axivî û got, armanca komploya li dijî rêbertî têkbirina projeya neteweya demokratîk e wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan ne rêbertê gelê Kurd tenê ye, di heman demê de rêberê tevahî gelên azadîxwaz û demokrasîzxwaz e."

Bi heman armancê, Meclisa Kampa Berxwedan bi beşdarbûna şêniyên kampê meşek li dar xist. Meşvanan posterên rêber Abdullah Ocalan, pankartên "Azadiya rêber Apo misogeriya mayîna neteweya demokratîk e" û "Bêyî azadiya rêber Apo projeya neteweya demokratîk temam nabe" vekirin û diruşmeyên silavkirina berxwedana girtiyan û şermezarkirina komploya navneteweyî berz kirin.

Meşa ku di kolanên kampê de gerî li qada kampê veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin. Piştre qeyda dengê rêbertî guhdar kirin.

/ar/uploads/files/2021/02/13/143550_hajr-slyman-5b1600x12005d.webp

Endama rêveber a Kongreya Star a kampa Berxwedan Hacir Silêman axivî û diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dide jin û xwezayê ku tevahî jiyanê temsîl dikin û got, jin hêz û îradeya xwe ji fikirê rêbertî digirin.

/ar/uploads/files/2021/02/13/143609_fryd-hmw-5b1600x12005d.webp

Ji rêveberên Melcisa Kampa Berxwedan, Ferîd Hemo komplo şermezar kir û berxwedana îmraliyê silav kir. Hemo got: "Armanc ji komployê şikandina îradeya me bû."

Mîtîng bi diruşmeyên"Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7uhFxYx7JSs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>