Di roja 4`emîn a pêşangehê de şanoyek bêdeng li ser komployê hate pêşkêşkirin

Koma Ararat a navenda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê di roja 4`emîn a pêşangeha wêneyan de bi navê "Azadiya Mirovan " şaneyok bêdeng pêşkêş kir.

Di roja 4`emîn a pêşangehê de şanoyek bêdeng li ser komployê hate pêşkêşkirin
Di roja 4`emîn a pêşangehê de şanoyek bêdeng li ser komployê hate pêşkêşkirin
Di roja 4`emîn a pêşangehê de şanoyek bêdeng li ser komployê hate pêşkêşkirin
Di roja 4`emîn a pêşangehê de şanoyek bêdeng li ser komployê hate pêşkêşkirin
Di roja 4`emîn a pêşangehê de şanoyek bêdeng li ser komployê hate pêşkêşkirin
13 sibat, 2021   14:57
HESEKÊ

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya"Azadî û Adalet ji rêber Abdullah Ocalan re" çalakiriyên cur bi cur li dar dikevin. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê û Yekitiya Rewşenbîrên bajarê Hesekê di 10`ê mehê de pêşangeha wêne û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan vekir.

Konê çalakiyê yê ku li baxçeyê rêber Apo ya li taxa Nasrayê ye hatiye vegirtin, bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û sembolên kurdî hate xemilandin.

Di pêşangehê de bi dehan tabloyên ku wêneyê rêber Abdullah Ocalan û diya wî û bi sedan parêznameyên rêbertî hatin pêşandan.

Di roja 4`emîn a pêşangehê de bi dehan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC, endamên Meclisa Civakî ya Ermeniyên li bajarê Hesekê û endamên Meclisa Giştî ya PYD`ê beşdarî çalakiyê bûn.

Piştre koma Ararat a navenda Çand û Hunerê ya bajêr bi navê  "Azadiya Mirovan" şanoyeke bêdeng pêşkêş kir û tê de îşaret bi Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk hate kirin.

Tê payîn ku sibe pêşangeh bi dawî bibe.

(eh)

ANHA