Li Kobanê cenazeyê ciwanekî kuştî hat dîtin

Li ser rêya gundê Xezîne li başûrê kantona Kobanê cenazeyê ciwanekî ku bi guleyan hatiye kuştin, hat dîtin. Sedemên bûyerên jî heta niha nayên zanîn.

Li Kobanê cenazeyê ciwanekî kuştî hat dîtin
13 sibat, 2021   09:24
KOBANÊ

Vê sibê cenazeyê ciwanê bi navê Fewaz Kehîl Cuma (24) kuştî li ser rêya gundê wî hate dîtin.

Hêzên Ewlekiya Hundirîn bi lez çûn cihê bûyerê û rê girtin. Heta niha detayên bûyerên nayên zanîn û Hêzên Ewlekariya Hundirînê lêpirsînê didomînin.

(şx)

ANHA