Çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê destavêtin jineke Ereb

Li Serêkaniyê yê dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî komî destavêtin jineke Ereb.

Çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê destavêtin jineke Ereb
13 sibat, 2021   09:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanan li ser malperên tevna civakî wêneye jineke Ereb bi navê{R.B}belav kir û piştrast kirin ku endamên beşa istixbaratê ya qaşo Polîsa Leşkerî yên girêdayî hêzên dagirker ên Tirk li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, dest avêtine wê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên qaşo bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî Serêkaniyê kir.

Li gorî çalakvanan, Ruqeye ji hêla istixbarata leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker ve hatiye revandin û çeteyên bi navên Sedûn Qeytûn û Ebdulrezaq El-Mewlûd dest avêtine wê.

Çalakvanan bi bîr xist ku Sedûn Qeytûn ji gundewarên Idlibê û endamê istixbarata Polîsa Leşkerî ye. Ebdulrezaq jî ji Dêrazorê ye û endamê beşa erkên taybet a polîsên Serêkaniyê ye.

 (şx)

ANHA