‘Wê roja azadiyê ji nû ve hilê û rêber Ocalan azad bibe’

Nivîskar û nûnerê Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê daxuyand ku fikirê rêber Ocalan mafên çînên kedkar û mafê sereke yê gelê Kurdistanê parast.

‘Wê roja azadiyê ji nû ve hilê û rêber Ocalan azad bibe’
‘Wê roja azadiyê ji nû ve hilê û rêber Ocalan azad bibe’
‘Wê roja azadiyê ji nû ve hilê û rêber Ocalan azad bibe’
‘Wê roja azadiyê ji nû ve hilê û rêber Ocalan azad bibe’
‘Wê roja azadiyê ji nû ve hilê û rêber Ocalan azad bibe’
12 sibat, 2021   13:20
 HESEKÊ

Bi nêzîkbûna salvegera 22`emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku di 15`ê Sibata 1999`an de pêk hat, li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirkina komployê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.

Di wê çarçoveyê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê û Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê bi dirûşma “Azadî û edalet ji bo rêber Ocalan” pêşangeke wêne û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan li dar xist. Di roja 3`yemîn a pêşangehê de şandeyeke Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Sûriya Pêşerojê û Komîteya Aboriyê beşdarî pêşangehê bûn.

Li pêşangehê nivîskar û nûnerê Yekitiya Rewşenbîran li Hesekê Ezher Dawûd behsa qonaxên jiyana rêber Abdullah Ocalan kir.

Dawûd diyar kir ku derketina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan îradeya xurt di kesayetên wan de da avakirin û got: “Gelên herêmê bi fikirê rêber Ocalan ve hatin girêdan û ji bo wê yekê bi hezaran zarokên xwe feda kirin.”

Dawûd destnîşan kir ku fikirên rêber Ocalan encamên erênî bi dest xist û got ku fikirê Ocalan belav bû û hikumeta Tirkiyê wekî xeterî li ser xwe dît.

Dawûd di dawiya axaftina xwe de Komploya Navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Baweriya me heye ku wê roja azadiyê ji nû ve hilê, rêber Ocalan azad bibe û dê projeya neteweya demokratîk bigihîne serî.”

Tê payîn ku pêşangeh heta 14`ê Sibatê dewam bike.

(cx)

ANHA