Karwanê Gel: Statuya Başûrê Kurdistanê di metirsiyeke mezin de ye

 “Karwanê Gel” bi daxuyaniyekê êrişên li dijî Garê şermezar kir û bang li rêxistin, partî, pêşmerge, hêzên ewlekariyê û gel kir ku li dijî dagirkeriyê bisekinin.

Karwanê Gel: Statuya Başûrê Kurdistanê di metirsiyeke mezin de ye
12 sibat, 2021   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma bi navê “Karwanê Gel” ku ji endam, kadro û pêşmergeyên dêrîn ên Partî Gel (Partiya Gel) pêk tê, êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Garê şermezar kirin û bi 5 xalan bang rêxistin, partî, pêşmerge, hêzên ewlekariyê û gel kir ku dijî dagirkeriyê bisekinin.

Karwanê Gel got: “Her aliyek yan jî hêzeke ku rewayetiyê bide van êrişan, em wan wekî hevalbend û hevkarên dewleta Tirk dibînin.”

Koma “Karwanê Gel” derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Garê de, daxuyaniyek nivîskî weşand û êriş bi tundî şermezar kirin. Karwanê Gel bal kişand ku planên dagirkeriya dewlet Tirk a faşîst li dijî tevahiya Kurd û Kurdistanê ye, lewma pêwîste tevahiya Kurdan dijî rabin.

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:

“Gelî Kurd û Kurdistaniyan, hêz û aliyên nîştîmanperwer;

Di berdewamiya planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û dijî Kurd û Kurdistanê de, dest bi êrîş û operasyoneke leşkerî ya bejahî û esmanî bi ser Çiyayê Garê de kirin. Di heman demê de amadekariyên êrişeke mezin li ser Şengalê tên kirin. Di demekê de ev êrîş li dijî hemû yasa û rêgezên navdewletî ne û binpêkirina serweriya axa pîroz a Kurdistanê ye. Ev yek metirsiyeke mezin li ser man û nemana Statuya Herêma Kurdistanê çêdike. Ew destkeftî bi xwîna hezaran cangorî, ked, xebat û berxwedana gelê Kurdistanê bidest ve hatîne. Parastina van destkeftiyan erka her nîştîmanperwerekî ye! Her wiha erkeke li ser milê hemû hêz û aliyên welatparêz û şoreşgr e ku divê milên xwe bidin hev û li dijî vê plana qirêj a dewleta dagirker û dûvikên wê rawest in.

Bi van pêngavên berifrehbûna dagirkeriyê û qeyranên desthelatdariya Başûr, man û hebûna statuya Herêma Kurdistanê di metirsiyeke mezin û berçav de ye.

Bi navê “Karwanê Gel”:

– Daxwaz ji hêz û aliyên welatparêz û gelê xwe yê berxwedêr dikin, li dijî êrîş û planên dagirkeriyê rawestin û dengê nerazîbûnê bilind bikin û ji bo parastina axa Kurdistanê bi erka xwe yê nîştîmanperweriyê rabin.

– Em bangî hemû hêz û partiyên Kurdistanî, her wiha hêzên beşdar ên di desthelata Başûrê Kurdistanê de dikin ku li hember van plan û êrişan xwedî helwest bin û xwedî li vê statüye derkevin.

– Her aliyek yan jî hêzek ku rewayetiyê bide van êrişan, em wan wekî hevalbend û hevkarên dewleta Tirk dibînin.

– Em bangî pêşmergeyên dilsoz û qehreman, her wiha hêzên ewlehiya herêma Kurdistanê dikin, bi erka xwe ya neteweyî rabin û dagirkeriyê şermezar bikin.

– Daxwaz ji çalakvan û kesayetiyên welatparêz dikin, her çi ji destê wan bêt deng û doza gelê kurd û Kurdistanê bigihînin saziyên nêvdewletî û vê dagirkeriya dewleta Tirk li ser başurê Kurdistanê ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bikin.

(cx)