Hezar û 250 rewşenbîrên li Başûr azadiya rêber Apo xwest

Li Başûrê Kurdisatnê zêdetirî hezar û 250 rewşenbîr tev li kampanyaya komkirina îmzeyan ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bûn.

Hezar û 250 rewşenbîrên li Başûr azadiya rêber Apo xwest
12 sibat, 2021   09:17
 NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanyaya îmzeyan ku rewşenbîrên Ereb ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, ber bi encamê ve diçe. Di vê çarçoveyê de li Başûrê Kurdistanê zêdeyî hezar û 250 rewşenbîr tev li  kampanyayê bûn. Ji derveyî îmzeyên bi dest hatine komkirin, hejmareke zêde ya rewşenbîrên Başûr bi rêya dîjîtal tev li kampanyayê bûne. 

Komîteya ‘Azadî ji Ocalan’ re ya ji rewşenbîrên Ereb pêk tê, 1’ê Mijdara 2020’an de ji bo Azadiya rêber Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Çav li rêye u kampanya bi 15’ê Sibatê roja Komploya Navnetewî ya dijî rêber Ocalan re bi encam bibe. Komîteyê 8 hezar Îmze hedef kiribû. Armanca diyarkirina 8 hezar îmze, beramber 8 hezar rojên Rêber Ocalan li zîndana Îmraliyê de tê.

Di çarçoveya kampanyayê de hezar îmze ji bo Başûrê Kurdistanê weke hedef hatibû diyarkirin. Li gorî agahiyên ku ji Komîteya ‘Azadî ji Ocalan re’ ya Başûr hatiye girtin, hedefa ku danîbûn pêşiya Başûr hezar îmze bûn, lê zêdeyî hezar û 250 îmze hatine komkirin.

Endamê Komîteyê Şoreş Xidir dazanîn îmzeyên di dest de li herêma Şarezûr, Raperîn,Germiyan, Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê hatine komkirin.

Xidir diyar kir rewşenbîrên Dihokê û siyasetmedarên li Behdînanê bi rêya emailê îmze avêtine, hejmara kesên beşdarbûne nayê zanîn, komîteya rewşenbîrên Ereb pêre eleqeder dibin.

Akademîsyen, rewşenbîr, mamoste, hunermend, siyasetmedar, parlementer, çalakvan û kesayetên diyar yên eşîrên Başûrê Kurdistanê beşdarê kampanyayê bûn.

Li gorî agahiyên ku ji Komîteya ‘Azadî ji Ocalan re’ ya rewşenbîrên Ereb daye, wê îmzeyên hatine berhevkirin pêşkêşê Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Komîseriya Yekîtiya Ewropa û Komîseriya Yekîtiya Afrîka û Sekreterya Giştî ya Yekîtiya Dewletên Ereban bikin.

Kampanya li piraniya welatên Ereb û Kurdistanê bi rêve çû û divê çarçoveyê de rewşenbîr û akademîsyenên Iraqê jî bi rêya dîjîtal rasterast tev li kampanyayê bûne.

Emaila ku îmze ji bo wê tê şandin wiha ye; https://www.ehamalat.com/Ar/sign_petitions.aspx?pid=1124

(cx)