Li Kobanê … Çalakiya şermezarkirina Komploya Navneteweyî didome

Şêniyên navçeya Şêran û Celebiyê beşdarî çalakiya konvedanê ya li bajarê Kobanê bûn û  Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, şermezar kir. Şêniyan îsrara xwe ya bilindkirina asta berxwedanê bi armanca azadkirina rêber Ocalan, tekez kir.

Li Kobanê … Çalakiya şermezarkirina Komploya Navneteweyî didome
10 sibat, 2021   15:48
KOBANÊ

Bi dehan şênî, rûspî û rêveberên navçeya Şêran û Celebiyê yên kantona Kobanê berê xwe dan qada Şehîd Egîd li bajarê Kobanê û konê çalakiyê yê ku ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hetiye vedan bûn. Her wiha Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, şermezar kir.

Di çalakiyê de hevserokê meclisa navçeya Şêran, Xelîl Mehmûd axivî û wiha got:" Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê xwestin şoreşa me têk bibin, lê gelê Kurd ev planên wan têk bir."

Xelîl wiha berdewam kir "Jina Kurd ji destpêkê de pêşengtiya şoreşê kir, asta şoreşê bilind kir û rastiya berxwedana Kurdan ya ji bo pêkanîna azadiyê bi tevahî cîhanê da naskirin. Niha jî dîsa ji bo bilindkirina asta berxwedanê û rizgarkirina rêber Ocalan erka mezin dikeve ser milê jin û tevahî civakê."

Xelîl tekez kir û got "Bi rihê ciwan û jinên şoreşger û berxwedêr, em ê tecrîdê bişkînin û rêber Ocalan azad bikin."

Çalakiya konvedanê dê heya roja Pêncşemê bidome, her wiha bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî li dijî rêber Ocalan, ciwanên Kobanê û gundewarê wê dê çalakiyan li da bixin.

(dx)

ANHA