ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-02-2021
10 sibat, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê derbarê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de civîneke girseyî li hola Tac li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Girkê Legê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, civînekê li navenda Sendîqeya Karkeran a bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Şedadê Salih Zobai got şênî û rûspiyên eşîran hevkariyeke mezin di hemleya ku ji bo tohildana her du şehîdên Hind û Seida de dest pê kiriye, daye. Zobai da zanîn ku wan şaneyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Siyaseta ku PDK’ê dimeşîne, xeteriyekê li ser Kurd û Kurdistanê çêdike. Rojnamegerên Kurd dibêjin, PDK’ê bi dijminên Kurd re hevkar e û li gorî zihniyeta eşîrtî tev digere, her wiha tevahî însiyatîfên yekitiyê têk dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinan a Sûriyê panelekê li ser dîroka neteweya Ereb li Keleha Kafê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên rêveber ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kirin ku ruxmî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê dê berxwedana xwe ji bo tunekirina terorê mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên kantona Şehbayê 15`ê Sibatê wekî rojeke reş bi nav kirin û destnîşan kirin ku rizgariya jinan bandor li planên hêzên kapîtalîst û dewletnetewan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rejîmên dîktator ji serdemên borî û heta niha de li dijî tevgerên ku bangên azadiya gelan dikin, bi rê û rêbazên cuda û bi bihaneya li gorî berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê  disekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Rojnamevanê tunisî Welîd El-Ferşîşî got, Tevgera Nehda ya “îxwanî” Tunis avêt nav hevbendiya Tirkiye-Qeterê û ew li çareseriyên rasteqîn ji bo aloziya aborî nagere. (BI WÊNE).

CIWAN

-Çalakiya kon a li bajarê Kobanê ya şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwanên şoreşger ên Hesekê li dijî tecîrda li ser rêber Abdullah Ocalan çalakiyekê li parka Rêbertî ya taxa Nasira li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Reqayê Parka Beyda û Panorama restore dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên kampa Girê Spî yên ku astengdarên wan hene, zehmetiyan di pêydakirina pêwîstiyên tenduristiyê de dikişînin, rêveberiya kampê li gorî derfetan hewl dide alîkariya wan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku planeke hevbeş di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de heye ku êrişî herêmê bike û gelê Kurd tune bike. Şêniyan bang li partiyên Kurd kir ku bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA