Li Tirkiyê zarokekî ji Efrînê hate kuştin

Beriya 4 rojan zarokê bi navê Îbrahîm Hisên Mehmûd El-Cumalî li bajarê Îzmîr ê Tirkiyê winda bûbû. Hate zanîn ku cenazeyê zarok bi awayekî darvekirî hatiye dîtin.

Li Tirkiyê zarokekî ji Efrînê hate kuştin
8 sibat, 2021   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Zarokê bi navê Îbrahîm Hisênn Mehmûd El-Cumalî yê 14 salî li bajarê Îzmîr ê li rojavayê Tirkiyê ji aliyê kesên nenas ve hate revandin û piştre jî hate darvekirin.

Her wiha hate zanîn ku zarokê ku hatiye qetilkirin, ji gundê Zeytûnekê yê Efrînê ye.