Til Temir… Dagirkeriya Tirk li pêşiya xebatên xizmetguzariyê asteng e

Hevserokê Meclisa navçeya Til Temirê Ciwan Mela Eyûb di derbarê sedemên kêmaniyên xizmetguzariyê li navçeyê û gundewarên wê de axivî û diyar kir ku sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin sûcên şer in. Her wiha bang li şêniyan kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin, da ku vê qonaxa dijwar derbas bikin.

Til Temir… Dagirkeriya Tirk li pêşiya xebatên xizmetguzariyê asteng e
8 sibat, 2021   07:55
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Bi gihaştina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî navçeya Til Temirê, azarên şêniyên bajêr û gundewarên wê yên nêzî eniyên şer dest pê kirin.

Ji ber êrîş û gefên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şêniyên gundên nêzî eniyên şer azarên kêmbûna xizmetguzarî û tunebûna hêmanên jiyanê yên bingehîn mîna kehrebe û avê dikişînin.

Hevserokê Meclisa navçeya Til Temir Ciwan Mela Eyûb têkildarî rewşên li Til Temir û gundewarên wê û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li tevahî herêmê axivî.

Mela Eyûb di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Du bajarok girêdayî navçeya Til Temirê ne, Qibor Qeracinê yê li aliyê bakur û rojavayê bajêr û bajarokê Xera yê li aliyên başûrê bajêr e. Bi destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û gihaştina ber bi deriyên navçeya Til Temirê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê beşek ji gundewarên girêdayî bajarokê Qibor Qeracinê bi hejmara 29 gundan dagir kirin."

ŞÊNIYÊN 32 GUNDAN HATIN KOÇBERKIRIN

Mela Eyûb diyar kir ku 32 gundên girêdayî navçeya Til Temirê li nêzî rêya M4 heta bi gundên bakurê navçeyê hene û li ser eniyên şer in, piranî şêniyên wan gundan neçarî koçberiyê bûn li hundir û kampên li herêmê de bûn.

Mela Eyûb da zanîn ku sedema koçberiya mezin a şêniyan ji van gundan, ew e ku dewleta Tirk a dagirker bê navber sûcan li dijî herêmê pêk tîne, carcaran êrişî herêmê dike, da ku demografiya herêmê biguherîne.

AZAR Û TUNEBÛNA HÊMANÊN JIYANÊ

Mela Eyûb li ser azarên sivîlên li herêmê wiha diyar kir: "Şênî di gelek mijaran de azaran dikişînin, jê kêmbûna xizmetguzarî, qutbûna av û kehrebeyê. Her wiha dewleta Tirk ava stasyona Elokê û kehrebeyê li ser şêniyan qut dike."

Mela Eyûb da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her tim malên sivîlan û berhemên çandiniyên yên gundewarên li ser eniyên şer dişewitînin, li gel wê jî bênavber herêmê topbaran dikin û di encamê de şênî ji gundên xwe neçarî koçberiyê dibin.

KÊMBÛNA XIZMETGUZARÎ Û SEDEMÊN WÊ

/ar/uploads/files/2021/02/08/065106_dsc_3676-28large29.webp

Hevserokê Meclisa navçeya Til Temirê Ciwan Mela Eyûb li ser kêmbûna xizmetguzariyê li herêmê axivî û wiha pê de çû: "Tevahî şaredarî û meclisên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi temamî karê xwe dikin, lê rewşa Til Temirê taybet e. Ji ber ku navçe 2 kîlometre tenê dûrî eniyên şer e."

Mela Eyûb diyar kir ku ji ber şer û êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê gelek projeyên 2020’an hatin paşxistin.

JI BO DABÎNKIRINA PÊDIVIYÊN ŞÊNIYAN XEBAT TÊ KIRIN

Mela Eyûb hevrûkirineke di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê û paytextê de çêkir û wiha eşkere kir: "Em dibînin ku herêmên Rêveberiya Xweser ji herêmên dîtir baştir in, lê em dizanin ku hîna jî negihiştiye asta guncaw û hin kêmasiyên bingehîn jî hene."

Mela Eyûb destnîşan kir ku komîteya aborî û aliyên pêywendîdar ên li herêmê xebata li ser peydakirina pêdiviyên sivîlan, dabînkirina nan û sotemeniyê dikin.

LI HERÊMÊ SÛCÊN ŞER PÊK TÊN

Girêdayî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, Ciwan Mela Eyûb wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka krîza Sûriyê ve destek da komên çete, kiryarên cuda bi kar anîn ku gihaştin asta sûcên şer. Ji wan armanckirina sivîlan, revandin, firotina parçeyên laşên wan."

Mela Eyûb da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  li gundên dagir kirine mal û milkên sivîlên dişewitînin û didizin, siyaseta tirkkirinê dimeşînin da ku desthilatiya Osmaniya nû ava bike.

BANGA HEVGIRTINÊ BI RÊVEBERIYA XWESER E

Ciwan Mela Eyûb banga hevgirtinê û piştgiriya Rêveberiya Xweser li şêniyan kir, da ku vê merheleya dijwar derbas bikin.

 ‘DIVÊ HÊZÊN GARANTOR SÛCAN RAWESTÎNIN’

Mela Eyûb di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên Rûsyayê yên li Til Temirê kir ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî bi cih bînin û yekser destwerdanê bikin ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên li herêmê rawestînin.

Piranî şêniyên li gundên li eniyên şer azarên mezin dikişînin, ji ber dewleta Tirk wan armanc dike û nahêle zeviyên xwe biçînin, ji wê zêdetir jî kehrbe û avê li ser wan qut dike.

(fr)

ANHA