​​​​​​​Li Kobanê bi sedan kes banga rakirina tecrîdê kirin

Bi sedan şêniyên Kobanê bi xwepêşandanekê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga rakirina tecrîdê kirin.

​​​​​​​Li Kobanê bi sedan kes banga rakirina tecrîdê kirin
7 sibat, 2021   14:59
KOBANÊ

Xwepêşandan ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Qinê dest pê kir û çerxerêya gundê Degirman ê rojavayê bajarê Kobanê bi dawî bû. Xwepêşandêran siloganên "Bê serok jiyan nabe" û siloganên şermezarkirina komployê, berz kirin.

Xwepêşandêran pankertên bi nivîsên "Divê yekser raporek li ser rewşa Rêber Apo bê pêşkêşkirin" û "Hûn nikarin roja me tarî bikin" rakirin.

Xwepêşandan li çerxerêya gundê Degirman veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin, endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Kobanê Silava Elî axivî, komloploya li dijî rêber Abdullah Ocolan şermezar kir û got: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan e. Bi saya ramanê wî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi azadî di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijî û bi xwe xwe bi rêve dibin."

Piştre endamê rêveber ê Desteya Displînên Leşkerî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Salih Hûh axivî û got: "Dewleta Tirk çi bike wê nikaribe roja kurdan û gelên azadîxwaz ên ku xwedî li fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan derketine, tarî bike."

Nûh destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkoşîn û berxwedana xwe dê li hemberî siyasetên dagirkerî û destpotî bi ser bikeve, ji ber ku xeta rêber Abdullah Ocalan dişopîne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/phQosau4Q2I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>