Deriyê Sêmalka ji sibê de li pêşiya rêwiyan careke din vedibe

Rêveberiya deriyê sînor ê Sêmalka ragihand ku ji roja Duşemê ve ango sibê, derî careke din tê vekirin.

Deriyê Sêmalka ji sibê de li pêşiya rêwiyan careke din vedibe
7 sibat, 2021   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya deriyê Sêmalka têkildarî mijarê li ser maplera xwe ya Facebookê ragihand ku ji roja Duşemê 8'ê Sibata 2021'an derî careke din dest bikarê xwe dike, da ku rêwî derbas bibin.

Rêveberiyê diyar kir ku rojên Şemî- Duşem- Çarşem ji bo derbasbûna rêwiyan hatin diyarkirin.

Rêveberiya deriyê Sêmalka di 3'ê Sibatê de giştînameyek weşand, tê de girtina deriyê sînor ji hêla Başûrê Kurdistanê ve hate ragihandin.  Mûdirê Têkiliyan ê deriyê Sêmalka Baz Ehmed ji ajansa ANHA'ê re got: "Rêveberiya deriyê Pêşxabûr ji ber sedemên rêxistinî û rûtînî çend rojan deriyê sînor girt."

(dx)