Di şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumetê de, kuştî û birîndar hene

Îro balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê êrişên nû pêk anîn. Li rojavayê Hemayê jî şerekî dijwar di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de derket û kuştî û birîndar çêbûn.

Di şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumetê de, kuştî û birîndar hene
7 sibat, 2021   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saetên sibehê de, balafirên şer ên Rûsya li dijî nuqteyên belavbûna çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê û bi taybetî li gundewarê rojahilatê Hemayê li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê, êrişên nû pêk anîn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), tevî êrişên bejahî, asîmanî û operasyonên ewlehiyê li çolistana Sûriyê jî, çalakbûna çeteyên DAIŞ`ê zêde bûye, ji ber wê yekê 6 balafirên şer ên Rûsya cihên çeteyan bi dijwarî bombebaran kirin.

Di 48 saetên dawîn de, balafirên Rûsya zêdetirî 150 êrişên asîmanî li çolistana Sûriyê û gundewarê rojhilatê Hemayê bi taybetî li eniya Asrêyya û sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê pêk anîn, di encamê de herî kêm 18 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Li gorî SOHR`ê, şeva din di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li derdorê El-Helûbî û El-Enkawî yên bakur rojavayê Hemayê şerekî dijwar derket.

Di şerê di navbera her du aliyan de, 5 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn. Her wiha 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û hejmareke din birîndar bûn.

SOHR`ê roja şemiyê ragihandibû ku di encama êrişa çeteyên dewleta Tirk li dijî nuqteyên hêzên hikumetê li gundê El-Fetatir ên gundewarê rojavayê Hemayê de, di nav de efserek 4 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin û 8 din jî birîndar bûn.

(cx)