Panorama hefteyê: Berdewamkirina Komîteya Destûrê bê sûd e

Li gorî raporan, Komîteya Destûra Sûriyê li gel binkeftinên domdar êdî bê encam e. Li aliyekî din têkiliyên di navbera rêveberiya Biden û dewleta Tirk de destpêkeke xerab e. Dewleta Tirk şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve didomîne û xebatên navneteweyî yên bi armanca rawestandina vê tevgerê didomin.

Panorama hefteyê: Berdewamkirina Komîteya Destûrê bê sûd e
7 sibat, 2021   01:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî îşaret bi binketina Komîteya Destûra Sûriyê, têkiliyên di navbera rêveberiya Biden û dewleta Tirk û rewşa Lîbyayê de kir.

 ‘BINKETINA KOMÎTEYA DESTÛRÊ GUMANÊ DI BERDEWAMA KARÊ WÊ DE ZÊDE DIKE’

Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “5 civînên komîteya destûrê ya Sûriyê derbas bûn, di nava 15 mehan de, bêyî ku tu pêşketin di karê vê komîteyê de pêk bê. Lewma gelek derdor êdî der barê girîngiya berdewamkirina wê de bi guman in û dibêjin êdî ji bilî derbaskirina demê û gera di xeleka vala de tu karê din ê komîteyê tune ye.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen ê ku her tim geşbîn bû, der barê pêvajoya civînên berê de, êdî ew jî bê hêvî ma û bêhêvîbûna xwe anî ziman û çend caran dubare got “Êdî em nikarin bi vî awayî berdewam bikin”.

Ev hestên têkçûnê êdî di nava şandeya opozîsyonê de bû sedema neçariyê, yek ji endamên şandeyê bi navê Ewed El-Elî vê dawiyê ji erkdariya xwe îstiîfa kir, her wiha got pêvajoya hevdîtinên ji bo destûrê vala ye.

Çalakvanên li dijî rejîma serok Beşar Esed dibêjin civaka navdewletî der barê rawestandina hevdîtinên têkiladarî destûrê de berpirsyar e, ji ber ku guh nedaye aloziya Sûriyê bi giştî, lê belê berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê aliyê opozîsyonê, ku tê gotin ji armancên xwe yên sereke bi dûr ketiye û bûye alav di destê planên hêzên derve de.”

 

 ‘DESTPÊKEKE ‘XERAB’ A TÊKILIYÊN DI NAVBERA TIRKIYÊ Û AMERÎKAYÊ DE’

Rojnameya Şereq El-Ewsat jî behsa têkiliyên di navbera Washington û Enqereyê de kir û wiha nivîsî: “Duh diyar bû ku destpêka têkiliyên dewleta Tirk bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re, ‘destpêkeke xerab’ e, piştî ku Enqereyê, Washington tawanbar kir ku li piştî hewldana darbeyê ya 2016`an e. Tawanên Enqereyê piştî raporeke Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya meha borî ku tê de gotibû Tirkiyê qaîdeyeke ji bo komkirina pereyan ji rêxistina DAIŞ`ê, pêk hat.”

Wezîrê karên hundir Suleyman Soylu duh gotibû ku Washington li pişt hewldana darbeyê ye ku Enqere Fethullah Gulen jî berpirsyar dibîne.

Li aliyekî din Enqere hewl dide têkiliyên bi Washingtonê re ku piştî ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê ji ber kirîna sîstema moşekên rûsî ya S-400’î xerab bûbûn, baş bike.”

 ‘TIRKIYE PIŞTGIRIYA ÇARESERIYA LÎBYAYÊ DIKE Û ÇETEYAN BI RÊ DIKE’

Der barê destwerdana dewleta Tirk ji bo Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Duh serokkomarê Tirkiyê ragihand ku ew bi hêvî ne ku dê pêvajoya rageşiya Lîbyayê bi dawî bibe û di demeke kurt de hikumeteke demkî were avakirin. Lê di heman demê de, di hin raporan de hate eşkerekirin ku Enqere amadekariyan dike, da ku çeteyên komên çekdar ên Sûriyê yên nêzî xwe, bişîne Lîbyayê da ku piştgiriya hikumeta Wîfaqê bikin û li dijî artêşa Lîbyayê ya nîştimanî şer bikin.”