Eşîrên Reqa: Pêkhateyên herêmê ji komployan hişyar in

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên Reqayê bal kişand ser hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û gotin: "Hevgirtina pêkhateyan ji demên berê xurttir bûye, zehmet e ku tevlîheviyê di navbera me de derxînin."

Eşîrên Reqa: Pêkhateyên herêmê ji komployan hişyar in
7 sibat, 2021   03:47
REQA – EHMED EL-ESAF

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kuştina kesayetên welatparêziyê, eşîrtî û  jin ji aliyê çeteyan ve tê kirin. Ev yek hemwextî provakasyonên hikûmeta Şamê yên bi armanca derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên Kurd û Ereb de tê kirin. Bi taybet piştî serdana veşartî ya serokê istixbaratê dewleta Tirk Hakan Fidan û hevdîtinên wî yên ku bi berpirsên di hikûmeta Şamê re di meha Çileyê de pêk anî.

Di vê der barê de şêx û rûspiyên eşîreyên Reqayê ji ANHA`yê re axivîn. Şêx û rûspiyan îşaret bi hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê de kir û gotin zehmete ku tevlîhevî di navbera wan derxînin bi taybet piştî ku maskên hikûmeta Şamê û dewleta Tirk û çavnebariya wan li herêmê hatin eşkerekirin.

/kr/uploads/files/2021/02/06/212936_-.webp

Şêxê eşîra El-Sebxa, Mihemed Tirkî El-Sewan destnîşan kir ku dewleta Tirk û hikûmeta Şamê bi rêya dorpêçkirina Şehbayê hewl dan tevlîheviyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxînin, lê hewldanên wan têk çûn û got: " Destên ku di pêkanîna ajindeyên wê de têne bikaranîn, dê werin qutkirin.

Mihemed Tirkî El-Sewan diyar kir ku de komploya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lihevkirinekê di navbera dewleta Tirk, Rûsya û hikûmeta Şamê tê kirin û wiha domand: "Serdana veşartî ya serokê istixbaratê dewleta Tirk Hakan Fidan ji Şamê re û pêkanîna diyalogan bi berpirsên hikûmeta Şamê re, her wiha berdewamkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, provakasyon û hewldanên hikumetê yên derxistina fitneyê di navbera Ereb û kurdan li li Hesekê û Qamişlo vê yekê nîşan dide."

El-Sewan destîşankirin ku armanca herî mezin ji lihevkirinên di navbera dewleta Tirk, Rûsya û hikûmeta Şamê de têkbirina projeya netewa demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got: "Pêkhateyên herêmê piştî ku herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û piştî ku rejîmê ji çeteyan re hişt,  ev proje ava kirin."

/kr/uploads/files/2021/02/06/212907_-.webp

Her wiha yek ji rûspiyên eşîre El-Kîtikan a kurdan li Reqayê Xelîl Salih El-Mihemed jî îşaret bi girîngiya hevgirtina di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir da ku bibin bendeke xurt li hember berjewendiyên dewleta Tirk û rejîmê bisekinin. Her wiha teqez kir ku hevgirtin ji demên berê xurtir bûye piştî ku xwîna pêkhateyan Ereb, Kurd û Suryan di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê de tevlî hev bûye û piştî rizgarkirina herêmê dest bi destê herêmên xwe bi rêve dibin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Xq-sNZkPW-U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>