Ji malbata gerîlayekî bi destê PDK`ê şehîd bûye bang: Dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde

Malbata gerîlayekî HPG`ê ku di 1992`yan de bi destê hêzên PDK`ê şehîd bûye, bang li PDK`ê kir ku li rex dijminên doza Kurd nemîne û li şûna pêkanîna şerekî li dijî Tevgera Azadiyê, tev li hewldanên avakirina yekîtiya Kurd bibe.

Ji malbata gerîlayekî bi destê PDK`ê şehîd bûye bang: Dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde
7 sibat, 2021   02:49
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN

Bi armanca tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji 1991`an ve û heta niha tev li êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla yên li Başûrê Kurdistanê dibe.

Destpêkê bi dehan baregehên leşkerî û istixbatatê yên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî fermî ava bûn, piştre bi demê re ev baregeh fireh bûn. Hêzên PDK`ê gelek herêmên ku tê de gelek nuqteyên stratejîk li Başûrê Kurdistanê hebûn vala kirin û radestî dewleta Tirk a dagirker kirin.

Li aliyekî din hêzên PDK`ê di vê dawiyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê mîna Zînî Wartê, Babîşka ya di navbera Sewan û Rewandozê li bakurê Hewlêrê de û gelek nuqteyên din belav bûn. Ji vê tevgerê xuya dibe ku ew dixwaze nuqteyên gerîla ji dewleta Tirk re kefiş bike û amadekariya êrişekê li ser Qendîlê dike.

Ji çend salan ve dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne û PDK`ê di piraniya wan êrişan de cih digire.

GERÎLAYÊN HPG`Ê BI DESTÊ HÊZÊN PDK`Ê ŞEHÎD KETIN

Di 5`ê Mijdara 1992`yan û 15`ê Çileya heman salê de, dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya Dogan Gorş êrişeke leşkerî li dijî gerîla pêk anî. PDK`ê jî tev li vê êrişê bû û şerê gerîla kir, di encamê de gelek gerîlayên HPG'ê şehîd ketin.

Koma  Civakên Kurdistanê (KCK), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), gelek kesayetên siyasî û demokratîk ên Kurdistanê, dayîkên Kurd û hunermend û rojnamevan  bangên pêkanîna yekitiya Kurdan û rêgirtina li ber şerê li dijî Tevgera Azadiyê kirin, lê heta niha bersiva vê yekê nehatiye bicihanîn.

RUXMÎ BANGAWAZIYAN, PDK`Ê TÊKILIYÊN XWE BI DIJMINÊN KURDAN RE DIDOMÎNE

Ruxmî tevahî bangawaziyan , PDK`ê têkiliyên xwe bi dijminên kurdan re çi li Rojava, çi jî li Başûrê Kurdistanê qut nekirine. Hêzên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê kom dike û li dijî herêmên gerîla tevgerên xwe yên provekatur didomîne.

Malbata gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Yûsif Îsmaîl Hesen (Sason) ku di destpêka 1992`yan de tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye û di Mijdara heman salê de li Heftanînê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate şehîdxistin, ji ANHA`yê re axivî.

dayika şehîd Sason, Safiye Salih Selman ji gundê Sinciq Hecî Sadûn ê navçeya Amûdê ye di destpêka axaftina xwe de got: “Kurê min ji bo parasitna doza xwe û doza gelê xwe ya ku ji aliyê pergalên serdest û di sêrî de dewleta Tirk ve, tê çewisandin û înkarkirin tevlî nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû. Dewleta Tirk Tevgera Azadiyê li ser xwe wek xeteriyekê û li pêşiya qirkirina kurdan wek bendeke asê dibîne.”

`KURÊ MIN BI DESTÊ PDK'Ê ŞEHÎD KET`

Dayika Safiye diyar kir ku kurê wê Sason bi destê PDK`ê ya ku bi dewleta Tirk re êrişî Heftanînê kir, şehîd ket û wiha domand: "Divê PDK`ê bizane ku dewleta Tirk cudahiyê naxe navbera kurdan. Ew her kurdekî/ê dijminê xwe dibîne.”

Dayika şehîd Sason banga rewastandina herkirina xwînê û pêkanîna yekitiya Kurd kir. Her wiha bang li PDK`ê kir ku bi rihê berpirsyariyê li hemberî doza Kurd tev bigire û dev ji ezeztiya xwe berde û bi berjewendiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bifikire.

'GERÎLA JI GIYANA SERHILDAN Û ŞOREŞÊN KURD ÊN LI DIJÎ DAGIRKERAN AVA BÛ'

Xwişka şehîd Sason, Seîde Hesen wiha axivî: “Birayê min di encama şerê birakujî û planên kirêt ên dewleta Tirk de şehîd ket. Dewleta Tirk armanc dike ku fîtneyê di nava gelê Kurd de derxe. Di destpêkê de birayê min tenê birîndar bû û tevî çend hevalên xwe yên birîndar ketin destê hêzên PDK û artêşa Tirk a dagirker. Lê piştre ji ber birîndariya xwe tevî hevalên xwe şehîd ketin û heta niha em nizanin li ku derê hatiye veşartin. Em nizanin kê cenazeyên wan birine, dewleta Tirk an PDK`ê?”

Seîde wiha domand: “Dewleta Tirk dixwaze sûdê ji nakokiyên di navbera kurdan de bigire û şerekî birakujî derxe. Bi rêya wî şerî dixwaze vîn û hêza gelê Kurd tune bike. Ji ber ku baş dizane, heke Kurd bibin yek êdî kesek nikare wan tune bike. Bi taybet gerîla ji ber ku ev hêz ji giyana serhildan û şoreşên gelê Kurd ên li dijî dagirkeran, hatiye afirandin."

'DEWLETA TIRK HER TIM DIXWAZE ŞEREKÎ BIRAKUJÎ DERXE'

Seîde destnîşan kir ku dewleta Tirk di dirêjahiya dîrokê de hewl da şerekî birakujî der bixe. Ev yek jî bi rastî pêk tê. Bi rêya pêşmergeyên Rojava û PDK`ê dixwaze şoreşa Rojava tune bike. Seîde sûcên dewleta Tirk ên ku li dijî gelê Kurd pêk tîne şermezar kirin.

Seîde wiha axaftina xwe domand: “Ez naxwazim tişta bi serê birayê min hatiye de careke din dubare bibe. Divê PDK`ê hişyar be û bi lîstokên dagirkera Tirk neyê xapandin. Divê bi aliyên Kurd re rûne da ku yekitî pêk were û xwîna gelê Kurd nerije.”

Xwişka şehîd Sason, Seîde destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker kurdan ji hev cuda nake û wiha berdewam kir: “Di 2017`an de hikumeta Başûrê Kurdistanê referandom ragihand. Lê dewleta Tirk li dijî wê derket û hîna jî encamên wê berdewam in. Erdogan wê demê got; em nahêlin sînaryoya li Başûrê Kurdistanê careke din dubare bibe. Ji vir diyar dibe ku dewleta Tirk kurdan ji hev cuda nake.”

Seîde Hesen got, PDK`ê bûye amûrek di destê dewleta Tirk de. Dewleta Tirk bi rêya avakirina proje û kargehan, kontrolkirina aborî û bazirganiya wê, Başûrê Kurdistanê dagir kir.

'JI ŞERÊ BIRAKUJIYÊ RE ÊDÎ BES E'

Seîda daxuyand ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji gelek salan ve bi armanca gelê Kurd ji pergalên zordest, zulmê û koletiyê rizgar bike, li dijî dewleta Tirk a faşîst tê dikoşe û di rêya wê de jî fedekariyên bêhempa pêşkêş kirin û gelek destkeftiyên girîng bi dest xistin. Seîde axaftina xwe domand: “Tevgerê fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê belav kir, ji ber wê dewleta Tirk vî fikirî dike hedef. Lê êdî nikare tiştekî bike, ji ber ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan belav bû û ew nikare vî agirî ku gerîlayên tevgerê şopdarên wê ne, vemirîne.”

Seîde Hesen hêvî kir ku daxwaza şehîdan Kurdistana serbixwe, azad û ewle pêk were û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku hevkariya xwe bi dagirkera Tirk re bi dawî bike û got: “Êdî bes e şerê birakujî.”

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vgFuKWDc3R0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>