Cotkarên li nêzî eniyên şer, dibin hedefa êrişên dagirkeriya Tirk

Cotkarên navçeya Til Temirê diyar kir ku ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişan pêk tîne û erdên wan jî li nêzî eniyên şer in, ew nikarin biçin nav zeviyên xwe û tê de bixebitin.

Cotkarên li nêzî eniyên şer, dibin hedefa êrişên dagirkeriya Tirk
Cotkarên li nêzî eniyên şer, dibin hedefa êrişên dagirkeriya Tirk
Cotkarên li nêzî eniyên şer, dibin hedefa êrişên dagirkeriya Tirk
Cotkarên li nêzî eniyên şer, dibin hedefa êrişên dagirkeriya Tirk
Cotkarên li nêzî eniyên şer, dibin hedefa êrişên dagirkeriya Tirk
Cotkarên li nêzî eniyên şer, dibin hedefa êrişên dagirkeriya Tirk
5 sibat, 2021   09:21
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ji dema dagirkirina herêmê ve, sûcên bi zanebûn pêk tînin û jêdera qûta sivîlan dikin hedef.

Şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê peyda dikin. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û dagirkirina gelek gundên navçeya Til Temirê, gelek cotkarên herêmê nikarin biçin nav zeviyên xwe yên li nêzî herêmên dagirkirî.

Şêniyên gundên li ser eniyên şer ên li navçeya Til Temirê nêrînên xwe yên der barê mijarê de bi ANHA`yê re parve kirin û behsa zehmetiyên ku dikêşin, ji ber ku nikarin zeviyên xwe biçînin, kirin.

Mehmûd El-Xidir ji şêniyên gundê El-Mehmûdiyê ye û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hilberîna wî û projeyek bi lêçûna 80 milyon lîreyên Sûriyê talan kir û got: “Herêm bi giştî debara xwe bi çandiniyê dike. Min jî wekî bi hezaran sivîlan zirar dît, piştî ku dewleta Tirk herêm dagir kir.”

El-Xidir îşaret pê kir ku ev zirar bi awayekî neyînî bandor li tevgera aborî dike, ji ber ku şênî debara xwe bi çandiniyê dikin.

‘DAGIRKERÎ NAHÊLE KU COTKAR ZEVIYÊN XWE BIÇÎNIN’

Şêniyê bi navê Xelef El-Faris ê ji gundê Xeşim El-Zirgan got: “Li cem min zeviyek bi rûbera 2 hezar donim heye. Lê nikarim biçînim. Heke biçînim jî, lê nikarim hilberînê rakim. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, cotkaran dikin hedef.“

El-Faris wiha domand: “Dewleta Tirk siyaseta sûcdariyê li dijî me dimeşîne. Ew armanc dike ku em ji mal û warên xwe koçber bibin. Divê dewletên garantor dagirkera Tirk ji herêmê derxin, ji ber ku em di nava gundên xwe de mîna girtiyan in û nikarin jiyaneke asayî û normal bidomînin.”

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Til Temirê Seîd Nayif ji ANHA`yê re axivibû û ev agahî parve kiribû: “Çeteyan zêdetirî 20 hezar donim zeviyên çandiniyê dagir kirine. Ew zevî niha bor in.”

Nayif diyar kiribû ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 12 hezar donim nêzî herêmên çeteyan, bor mane ji ber ku cotkar nikarin nêzî zeviyên xwe bibin.

(şx)

ANHA