Cenazeyê şehîd Iwênat li Minbicê hate veşartin

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê endamê Lîwaa El-Şemal El-Demokratî şehîd Samih Iwênat li goristana Şehîdan spartin axê.

Cenazeyê şehîd Iwênat li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Iwênat li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Iwênat li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Iwênat li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Iwênat li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Iwênat li Minbicê hate veşartin
4 sibat, 2021   15:16
MINBIC

Şêniyan bi alên Lîwaa El-Şemal El-Demokratî, Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger cenazeyê şehîdê Lîwaa El-Şemal El-Demokratî Samih Iwênat, ji pêşiya nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîdan ve çûn.

Li goristanê, deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên Lîwaa El-Şemal El-Demokratî ve toraneke leşkerî hate lidarxistin.

Piştre Berdevkê Fermî yê Lîwaa El-Şemal El-Demokratî Mehmûd Hebîb axivî û got: "Bi berdêlên giranbuha em welatê xwe diparêzin. Bi yekitî û hevgirtinê em li dijî tundrewan û terorîstên disekinin da ku ref lawaz nebe."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hevserokê Nivîsgeha Malbatên Şehîdan Rebî Izedîn axivî û got: "Gelên me berdêl dan û gihaştin karwanên şehîdan û ji bo ewlehiyê û aştiyê canê xwe feda kirin û me fêrî jiyana bi rûmet kirin."

Piştre bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Cuma Heyder axivî û diyar kir ku ew li ser xeta şehîdan dimeşin, heke ne ji berdêlên şehîdan baya dê negihaştina vê qonaxê. Heyder got: "Şehîd ew mirovê ku di rêya jiyaneke bi rumet de canê xwe feda kirine."

Dûre Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cemîla Îbrahîm nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Şehîd di nava sloganan de hate spartin.

(eh)

ANHA