Li Qamişlo şehîdên meha Sibatê hatin bîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, merasîmê bîranîna 56 şehîdên meha Sibatê li goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar xist.

Li Qamişlo şehîdên meha Sibatê hatin bîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Sibatê hatin bîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Sibatê hatin bîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Sibatê hatin bîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Sibatê hatin bîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Sibatê hatin bîranîn
4 sibat, 2021   15:36
QAMIŞLO

Bi beşdarbûna şêniyên Qamişlo, di nav de malbatên şehîdan, 56 şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.

Merasîmê bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Rojnamevan Diyar Bohtî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Mafê pir kesan nine ku qala şehîdan bike, lê mafê kesên ku xeta wan şopandine heye ku behsa wan bike. Ne ji şehîdan bûya me bi azadî ne dijî."

Diyar Bohtî banga parastina nirxên ku bi keda şehîdan hatine bidestxistin kir.

Di dawiya merasîmê de, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqdeyê bîranînê radestî malbatên wan kirin.

ANHA