Li Kobanê derbarê tundiya li ser jinan de komxebatek hate lidarxistin

Meclisa Jinan a PYD'ê ya herêma Firatê têkildarî tundiya li ser jinan komxebatek li bajarê Kobanê li dar xist.

Li Kobanê derbarê tundiya li ser jinan de komxebatek hate lidarxistin
4 sibat, 2021   15:07
KOBANÊ

Komxebat di çarçoveya pêngava Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bi diruşmeya "Na Ji komplo, dagirker û tundiya li ser jin û malbatê re " de li prka Ronî War a bajarê Kobanê hate lidarxistin. Bi dehan endamên partiyên yên herêma Firatê beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de du mijar hatin nîqaşkirin. Ya yekemîn li ser tundiya li ser jinan bû û ji aliya hevseroka Meclisa Kantona Kobanê ve hate şîrovekirin. Mijara din jî li ser jin û malbatê bû, ev mijar ji aliyê endamê Meclisa Rêveber a PYD'ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo ve hate şîrovekirin.

Leyla Ehmed di mijara yekemîn de bal kişand ser tundiya li ser jinan, behsa rola dîrokî ya jinan di pêşxistina civakê de kir û diyar kir ku gelek kevirên neqişandî îsbata vê yekê dike. Leyla got: "Jin hêmana sereke yê civakî ye, dayik e ya ku civakê ava dike."

Leyla Ehmed anî ziman ku tevî fedekariyên ku jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine, lê tundiya li ser wan hîna berdewam e û wiha  got: "Sedema yekem a binpêkirina azadiya jinan û tunekirina rola wê di civakê de heta radeyeke mezin, zihniyeta baviksalarî ye."

Leyla Ehmed her wiha bîlancoya tundiya li ser jinan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 2020`an a li gorî komîteyên jinan û komîteyên şopandinê yê Rêveberiya Xweser, eşkere kir û wiha rêz kir: " 27 bûyerên xwekuşinê, 56 kuştin, 479 lêdan, 23 destavêtin, 31 revandi, 16 hewldanên xwekuştinê, 4 gumanên kuştin an xwekuştinê."

Beşdaran li ser vê mijarê nêrînên xwe parve kirin, hate gotin ku sedema xwekuştinê, zexta derûnî ya li ser jinan e û rêgirtina li ber azadiya wê ye.

Eyşe Efendî jî got: "Avakirina kesayeteke jin li Rojhilata Navîn li ser bingeheke kêm ava bûye, ji ber vê yekê divê civakê vê kêmaniyê nas bike û  dest bi lêgerîna li çareseriyên civakî bike da ku çareseriyan ên ji kokê ve bibînin."

Di mijara duyemîn a derbarê "Jin û malbatê" de, endamê Meclisa Rêveber a PYD'ê ya Herêma Firatê Ehmed Şêxo semînerek da, tê de hin axaftinên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê têkbirina rola jin di çivakê de û bikaranîna wê wekî amûar de şîrove kir.

Ehmed Şêxo got: "Pêwîste têkiliyên civakî werin xurtkirin da ku jin rola xwe di saziyan de bi cih bîne. Divê azadiya civakî li ser bingehê wekheviya di navbera herdu zayendan de were peydakirin.  Heger civakî li pey sedema kuştina jinan a bi navê ol, helal, heram û şerevê bigire, ev tê wateya derketina ji rastiyê  ye."

Şêxo diyar kir ku jin berpirsa hewldana hevjiyana azad e, ev erk dikeve ser mile mêr de, her wiha divê her du alî bizanibin ku jin di civakê de şirîk e, ne alav e.

Di nîqaşan de jî hate gotin: "Civak di nava nakokiyan de ye, avakirina civakeke zelal û exlaqî bi rêya perwerdekirina hemû beşê civakê li ser derûnî, civak û exlaqî pêkan e ku herdu zayend di avakirina vê civakê de beşdar bin."

Her wiha bang li jinan hate kirin ku asta pewrerde û zanista xwe xurt bike da ku karibe biyar bigrin û bibin kesayeteke bi hêz ku karibin li hemberî zihniyeta bavilsalarî bisekinin.

Komxebat bi gelek biryaran bi dawî bû.

Ji wan; "Ji bo bidawîkirina adetên şaş ên ku teşwîqî tundiyê dikin divê xebat were kirin, divê bi rêrya komîn û yekitiyên şaneyên rêxistinî zanist were belavkirin da ku dawî li her cûre tundî were kirin, bi rêya panel û komxebatan de jin werin xurtkirin, li dijî tundiya plankirî ya li ser jinan şerekî çandî werekirin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Rlu84iLn7E4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>