Artêşa Tirk careke din gunewarên Eyn Îsa topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Meilek û rêya navneteweyî M4 bi çekên giran topbaran dikin.

Artêşa Tirk careke din gunewarên Eyn Îsa topbaran dike
3 sibat, 2021   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Meilek ê li bakur rojavayê navçeya Eyn Îsayê, rêya M4 û xwaringeha Saqir topbaran dikin.

Topbaran berdewam e. Tu agahiyên derbarê ziyanên ji ber topbaranê çêbûne de nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA