Balafirên keşfê li asmanên navçeya Sirînê û El-Şiyûx digerin

Di van kêliyan de balafirên keşfê yên nenas li asmanên navçeya El-Şiyûx a rojavayê bajarê Kobanê û li başûrê navçeya Sirînê digerin.

Balafirên keşfê li asmanên navçeya Sirînê û El-Şiyûx digerin
3 sibat, 2021   08:11
KOBANÊ

Di van kêliyan blafirên nenas ên keşfê ku tê payîn balafirên artêşa Tirk a dagirker e, li asmanê navçeya El-Şiwûx a rojavayê Kobanê û asmanên başûrê navçeya Sirînê digerin.

Duh balafirên keşfê li asmanê bajarê Kobanê û rojavayê xeta sînor digeriyan û duh nîvo jî balafirên şer ên nenas li asmanê navçeya Sirînê geriyan.

Ev yek di demeke ku li eniyên Eyn Îsa, Minbic û Şehbayê rageşî hene de û herêmên navborî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve têne topbarankirin, pêk tê.

(eh)

ANHA