Şehîd Viyan Soran li Şedadê hate bîranîn

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Şedadê şehîd Viyan Soran bi bîr anîn û soza şopandina xeta wê da.

Şehîd Viyan Soran li Şedadê hate bîranîn
Şehîd Viyan Soran li Şedadê hate bîranîn
Şehîd Viyan Soran li Şedadê hate bîranîn
Şehîd Viyan Soran li Şedadê hate bîranîn
Şehîd Viyan Soran li Şedadê hate bîranîn
Şehîd Viyan Soran li Şedadê hate bîranîn
Şehîd Viyan Soran li Şedadê hate bîranîn
2 sibat, 2021   16:40
HESEKÊ

Civîna bîranînê li hola Huriya bi diruşmeya "Viyan Soran meşleya Oclan e ya ku venamire" hate lidarxistin.

Di civîna ku bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir de, bi dehan şêniyên navçeyê amade bûn.

Endama Kongreya Star a Hesekê Selwa Ehmed di civînê de nameya şehîd Viyan Soran xwend.

Selwa girîngiya girêdana bi nirxên şoreşgerî yê şehîd Viyan Soran destnîşn kir û got: "Şehîd Viyan Soran çirûska yekemîn a serhildanê bû, ew e ya ku ji atmosfêra adet û kevneşopiyên eşîretî derket û ji tevahî jinan re bû çirayek."

Endama rêveber a Kongreya Star jî behsa jiyana têkoşer Viyan Soran kir û diyar kir ku Viyan Soran ji bo parastina mafên jinan û azadiya rêber Abdullah Ocalan şehîd bû, bi şehadeta xwe rêya azadiya nîşanî hemû jinan da.

Civîn bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ANHA