SOHR: Li gundewarê Idlibê 2 leşkerên Tirk birîndar bûn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got, di êrişa li dijî nuqteyên dagirkeriya Tirk ên li gundewarê rojavayê Idlibê de du leşkerên Tirk birîndar bûn.

SOHR: Li gundewarê Idlibê 2 leşkerên Tirk birîndar bûn
31 ÇILE, 2021   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR) got, komeke çekdar ku li motorsîklêteke siwar bû, nuqteyeke hêzên dewleta Tirk a dagirker ya gundewarê rojavayê Idlibê kir hedef.

Li gorî SOHR, nuqteya li herêma Ebû Zubêr a nêzî bajarokê Mehembel a li ser rêya Heleb-Laziqiyê hate hedefkirin.

SOHR got, di encamê de du leşkerên Tirk birîndar bûn.