Ebdî banga amadekariyên gava nû ya yekrêziyê li aliyên kurdî kir

Fermandarê Giştî yê QSD'ê got: "Erka her kesî ye ku amadekariyên gava nû ya yekrêziyê bike, da ku di nava rojên pêş de em bi qonaxeke nû li hev bicivin."

Ebdî banga amadekariyên gava nû ya yekrêziyê li aliyên kurdî kir
31 ÇILE, 2021   18:08
NAVENDA NÛÇEYA

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî li ser twîîtera xwe got: "Serkeftina diyaloga di navbera ENKS û PYNK'ê de ji bo me armanc e. Lihevkirinên ku me bi dest xistine, girîng in û berjewendiyên xelkê me diparêzin."

Ebdî banga amadekariyên gava nû ya yekrêziyê kir û got: "Erka her kesî ye ku amadekariyên gava nû ya yekrêziyê bike, da ku di nava rojên pêş de em bi qonaxeke nû li hev bicivin."

ANHA