YPG û YPJ'ê li Til Temirê bi malbatên şehîdan re civiya

YPG û YPJ'ê di civînê de ku ji malbatên şehîdan ên Til Temirê re li dar xistibû, banga piştevahiya hêzên parastinê kirin.

YPG û YPJ'ê li Til Temirê bi malbatên şehîdan re civiya
YPG û YPJ'ê li Til Temirê bi malbatên şehîdan re civiya
YPG û YPJ'ê li Til Temirê bi malbatên şehîdan re civiya
YPG û YPJ'ê li Til Temirê bi malbatên şehîdan re civiya
YPG û YPJ'ê li Til Temirê bi malbatên şehîdan re civiya
YPG û YPJ'ê li Til Temirê bi malbatên şehîdan re civiya
31 ÇILE, 2021   16:08
HESEKÊ

Di çarçoveya civînên ligel malbatên şehîdan de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi malbatên şehîdan ên navçeya Til Temirê re civiya. Civîn li hola Seyran a rojhilatê navçeyê bi beşdarbûna zêdetirî 100 malbatên şehîdan li dar ket. Hola civînê bi wêneyên şehîdan û alên YPG, YPJ û QSD'ê hate xemilandin.

/ar/uploads/files/2021/01/31/153628_azad-kwty-28large29.webp

Civîn bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan dest pê kir. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê Azad Kûtî axivî.

Azad Kûtî bi xêrhatina malbatên şehîdan kir û destnîşan kir ku şehîdan di rêya azadî, rumet û parastina ewlehiya herêmê de berdêlên giran dan.

Kûtî îşaret bi berxwedana hêzên parastinê yên navçeya Til Temirê yên li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê  kir û soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên şehîdan da.

/ar/uploads/files/2021/01/31/153659_swsn-afryn-28large29.webp

Ji fermandarên YPJ'ê Sosin Efrîn jî axivî, komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li dijî wî hatiye ferzkirin şermezar kir û wiha domand: "Em di pêvajoyeke hestiyar de de derbas dibin, wekî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji me tê xwestin ku li hemberî dagirekriyê rabe."

Sosin Efrîn got: "Em hêzên leşkerî dagirkirina herêmê qebûl nakin. Ji bo vegerandina herêmên me mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û deverên din em her tim amade ne."

Efrîn bang li malbatên şehîdan kir ku bi hêzên leşkerî re bisekinin û li hemberî hemû aliyên ku dijminahiya destkeftiyên şehîdan dikin, şer bikin.

Di berdewama civînê de, bi navê Fermandariya Giştî ya YPG'ê fermandar Delîl Ceref axivî.

Delîl Ceref got: "Heger em xaka xwe ji dagirker û çeteyan rizgar nekin, em ê nikaribin bi azadî bijîn. Divê em destek bin û li gorî berpirsyartiya ku şehîdan ji me re hiştine bin. Divê em soza ku me bi wan re daye bi cih bînin û armancên wan pêk bînin."

Piştî axaftinan, sinvîzyoneke li ser şehîdên Til Temirê hate pêşandan.

Civîn bi stranên koma Şoreş a girêdayî navenda çand û hunerê ya Til Temirê û gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA