​​​​​​​Şaredariya Gel a Hecînê dest bi avakirina çerxerêyekê kir

Şaredariya Gel a Hecînê ya li gundewarên rojhilatê Dêrazorê li bajarok dest bi çêkirina projeya çerxerêyekê kir.

​​​​​​​Şaredariya Gel a Hecînê dest bi avakirina çerxerêyekê kir
31 ÇILE, 2021   12:15
DÊRAZOR

Şaredariya Hecînê roja înê dest bi avakirina çerxerêyê li ser rêya giştî ya bajarokê Hecînê kir.

Li gorî planên şaredariyê, lêçûna projeya çerxerêyê dê nêzî 6 hezar dolar be û çêkirina çerxerêyê dê 2 mehan dewam bike.

(dm)

ANHA