Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişa hêzên hikumeta Şamê da

Hêzên hikumeta Şamê û endamên Difaa El-Wetenî gule ber bi bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Hesekê ve reşandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî berisv da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişa hêzên hikumeta Şamê da
31 ÇILE, 2021   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundrîn îro ji aliyê hêzên hikumeta Şamê û Dîfaa El-Wetenî li taxa Merşo ya bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate gulebarankirin.

Di çarçoveya mafê parastina rewa de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva gulebaranê da, şer di navbera her du aliyan de derket û di encama wê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Girêdayî mijarê hêzên hikumeta Şamê ji duh ve leşkerên xwe li taxa Rotko û li nêzî geraca bajêr, bi cih dike.

(bx)