Li Minbicê mayinek hate bêbandorkirin

​​​​​​​Pisporên mayin û teqemeniyan ên bajarê Minbicê, mayinek ku ji bo teqandinê li ser Rêya Ebû Qelqel a başûrê bajar hatibû danîn, bê bandor kir.

Li Minbicê mayinek hate bêbandorkirin
31 ÇILE, 2021   12:26
MINBIC

Piştî ku Odeya Çalakiyan a Minbicê li ser hebûna mayinekê li çerxerêya gundê Kabircê yê li ser rêya bajarokê Ebû Qelqel ê li başûrê rojhilatê Minbicê hate agahdarkirin, pisporên mayinan berê xwe da cihê bûyerê û mayin bê bandor kir.

Aliyên têkildar ji bo naskirina kesên ku mayin çandiye, dest bi lêkolînan kir.

(cx)

ANHA