Hêzên navneteweyî dê heta demeke nediyar li Efganistanê bimînin

Çavkaniyên payebilind ên NATO`yê ragihand ku dê hêzên leşkerî yên navneteweyî ji Efganistanê venekişin û heta demeke nediyar li welêt bimînin.

Hêzên navneteweyî dê heta demeke nediyar li Efganistanê bimînin
31 ÇILE, 2021   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên NATO`yê destnîşan kir ku hêzên leşkerî yên navneteweyî dê li Efganistanê heta piştî dema ku Amerîkayê bi tevgera Talîbanê re li hev kiriye, bimînin.

Her wiha çavkaniyan got stratejiya derketina hêzên navneteweyî ji Efganistanê di serdema Joe Biden de dê bi awayekî baştir û guncawtir be.

(d)