Dêrazor… ji paşguhkirin û serdema tarîtiyê ber bi birêxistinbûn û xebatê ve - 4

Hinek aliyên herêmî û navneteweyî hewl didin ewlehiya li herêmên Dêrazorê têk bibin. Ji bo wê jî şaneyên DAIŞ`ê di êrişên xwe yên li dijî rûspî û şêxên êlan de bi kar tînin. Aliyên têkildar jî hewl didin rê li pêşiya tevgera van şaneyan bigirin.

Dêrazor… ji paşguhkirin û serdema tarîtiyê ber bi birêxistinbûn û xebatê ve - 4
31 ÇILE, 2021   01:07
DÊRAZOR-EKREM BEREKAT

DAIŞ`Ê BI KAR TÎNIN DA KU EWLEHIYA LI DÊRAZORÊ TÊK BIBIN

Dêrazor xwedî cihekî stratejîk ê girîng e, Sûriyê bi Iraqê ve girê dide, bi jêderên xwezayî dewlemend e, bi taybet petrol û gazê. Herî dawî DAIŞ li vê herêmê tune bû. Lewre bala hemû aliyên herêmî û navneteweyî li ser e. Di encamê de ji bo hêzên navneteweyî mîna Rûsya, Îran, Amerîka û heta dewleta Tirk jî veguherî herêma nakokiyan. Ev nakokî barên gelên herêmê û Rêveberiya Sivîl a wir zêde dikin.

Rûbera Dêrazorê bi giştî 33 hezar kîlometre çargoşe ye. Çemê Firatê wê dabeşî du beşan dike. Yek li rojavayê çemê ku di bin kontrola hikumeta Şamê, Rûsya û komên Îranê de ye. Di vê beşê de bajarên sereke mîna bajarê Dêrazorê, El-Bûkemal û Meyadîn hene. Beşa din jî li rojhilatê çemê Firatê ye, rûbera wê 17 hezar kîlometre çargoşe ye. Ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve di pêngava Bagera Cizîrê de ku 9`ê Îlona 2017`an dest pê kiribû, bi temam ji DAIŞ`ê rizgar bû. Pêngava Bagera Cizîrê di 23`yê Adara 2019`an de bi tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve tacîdar bû. Zêdetirî milyonek û 650 kes tê de dijîn.

Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê ku herêmê bi rê ve dibe, hewl dide warê xizmetguzarî yê herêmên rizgarkirî ku di 10 salên dawîn de ji ber hedefgirtina hêzên nakok ji binesaziya wê re wêran bûbû, bi pêş bixe.

Endamên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê ji destpêka avakirinê ve rastî bûyerên kuştinê tên. Di nav de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Dêrazorê Merwan Fetîh ku di 29`ê Kanûna 2018`an de hatiye kuştin. Hevseroka Meclisa Til El-Şayir a navçeya Deşîşe Seida El-Hermas û cîgira hevserokatiyê Hind El-Xidêr di 23`yê Çileya 2020`an de hatin kuştin. Hewldana kuştina berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa El-Ebdullah.

Her wiha ev êriş li dijî rûspiyên herêmê jî pêk hatin. Bi taybet herêma di navbera Cedîd El-Egîdat û heta bajarokê Baxozê. Herî dawî di 11`ê Çileya 2021`an de yek ji rûspiyên êla El-Egîdat şêx Itlebûş El-Şetat El-Lafî û kurê wî Mehmûd li gundê Hewayic Zibiyan hatin kuştin.

/kr/uploads/files/2021/01/30/210906_img_0192.webp

Bûyerên kuştin bi zanabûn ji hêla hinek şaneyên DAIŞ`ê, hinek şaneyên girêdayî hêzên herêmî û navneteweyî ve pêk tên. Der barê vê de, hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xessan El-Yusif piştrast dike ku şaneyên DAIŞ`ê di vê dawiyê de gelek çalak bûne û wiha domand: “Tevî DAIŞ`ê, hêzên herêmî û navneteweyî hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, Rêveberiya Sivîl û QSD`ê ku ji şêniyên herêmê yên Ereb, Kurd û Suryan pêk tên, tune bikin.”

'HÊZÊN HERÊMÎ DESTEKA DAIŞ`Ê DIKIN'

El-Yusif bal kişand ser serkeftinên ku Rêveberiya Xweser bi dest xistine û ewlehiya ku li hinek herêman hatiye rûniştandin, pêşkêşkirina xebatan li ser tevahiya astan, ruxmî hebûna kêmasiyan û got: “Gelek alî ji ber vê aciz in. Ji lew re kesên ku di Rêveberiya Sivîl de kar dikin û rûspiyên herêmê dikin hedef.”

El-Yusif destnîşan kir ku sedema bingehîn a çalakbûna çeteyên DAIŞ`ê li herêmê ew e ku hêzên herêmî desteka wan dikin û wiha domand: "DAIŞ hêza xwe ji aliyên herêmî yên li herêmê digire. Ev demeke dirêj e ku ev hêz li Sûriyê ne. Naxwaze ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aram bin. Ji ber wê fitneyê li herêmên Dêrazorê derdixin û belav dikin.”

'PLANEKE JI BO TÊKBIRINA EWLEHIYÊ'

El-Yusif bi bîr xist ku di 2020`an de rûspiyên ku desteka Rêveberiya Xweser dikirin hatin hedefgirtin û wiha pê de çû: “Ev nîşaneya hebûna planeke bi zanabûn ji hêla gelek aliyan ve ye. Çi ji hêla rêxistinên terorîst ve yan jî hêzên li herêmê. Armanc jî belavkirina tevliheviyê, têkbirina Rêveberiya Xweser a ku hewl dide ewlehiyê li ser astên, leşkerî û xizmetguzarî ji şêniyên Dêrazorê re peyda bike.”

Derbarê têkiliyên di navbera Rêveberiya Sivîl û êlên li herêmê de El-Yusif da xuyakirin ku êlên li herêmê û rûspiyên wê li dijî van hewldanan e, her wiha piştrast dikin ku komployek ji hêla hêzên li herêmê ve li dijî wan hene û banga peydakirina ewlehiyê li vê herêmê dikin.

El-Yusif got Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hevkarî û koordîneya rûspiyên Ereb ên li herêmê heye ji bo ku ewlehî li herêmê peyda bibe û wiha axivî: “Armanca me ya tekane, em bi aştî û ewlehiyeke mayinde bijîn. Stratejiya me roleke girîng dide êlên herêmê. Ew beşeke mezin ji Rêveberiya Xweser in.”

LIHEVANÎN LI BERAMBERÎ HEDEFGIRTINA EWLEHIYA HERÊMÊ

/kr/uploads/files/2021/01/30/210935_-.webp

Ji aliyê xwe ve ji yek ji fermandarên QSD`ê li herêma rojhilat a Dêrazorê Reyan El-Şenan diyar kir ku şaneyên ku ji destpêkê ve li Dêrazorê bûn, girêdayî DAIŞ`ê bûn, lê beşek ji serçeteyên wan şaneyan li beramberî têkbirina ewlehiya herêmên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê, bi şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li Dêrazorê û komên çekdar ên Îranê re li hev hatin.

El-Şenan wiha domand: “Piştî Hezîrana 2018`an, beşa din a çeteyên DAIŞ`ê berê xwe da herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine û bi istixbatata Tirkiyê re li hev hatin. Li gel me belgeyên ku vê yekê isbat dikin hene.”

El-Şenan da zanîn ku hêzên wan di pêngavên lêgerînê yên QSD`ê yên li herêmê de gelek endamên wan şaneyan girtin û piştrast kir ku li cem wan belgeyên girêdayî hebûna baregeheke çeteyên DAIŞ`ê li Serêkaniyê, yek din li herêma Muhesen a li Dêrazorê ya di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de hene û ev agahî parve kir: “Hejmara çeteyên DAIŞ`ê li dibistana Muhesen gelek in û li bendê ne ku rewşên xwe bi hikumeta Şamê re çêkin û di bin navê milîsên Îranê şer bikin."

El-Şenan diyar kir ku şaneyên girêdayî hikumeta Şamê û yên girêdayî îstixbarata Tirk ên hevbeş armanc dikin ku ewlehiya li herêmê têk bibin û QSD`ê lawaz bikin.

Rêveberiya Sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD ji bo tunekirina şaneyên girêdayî hikumeta Şamê, dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmê gelek tedbîr girtin. Di vê çarçoveyê de rêveberiya herêmê dergeha Salihiye ya bejahî ya li têketina bajarê Dêrazorê ji aliyê bakur ve vekir û tevgera li dergehên din ên avî di dirêjahiya çemê Firatê de qedexe kir. Pêngavên lêgerînê li herêmên Dêrazorê zêde kirin.

Sibe: 2020… sala pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê ji gundewarên Dêrazorê re

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iHh1n9kYh2E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>