Jean Vermont: Dewleta Tirk sûcên herî mezin kiriye, divê ev yek were tesbîtkirin

Jean Vermont got: "Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Efrînê sûcên herî hovane pêk anîne. Divê ev were tesbîtkirin." Vermont destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a sereke ji van sûcan têkbirina kurdan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e.

Jean Vermont: Dewleta Tirk sûcên herî mezin kiriye, divê ev yek were tesbîtkirin
30 ÇILE, 2021   19:13
QAMIŞLO

Di mijara sêyemîn a komxebata duyemîn a hiqûqî ya derbarê binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê de, bal hate kişandin ser sûcên dagirkeriyê li gel qanûnên navnetewî.

Parêzerê di Sendîqeya Parêzeran a Bruksel de û pisporê qanûnên sûcên navnetewî, ewrop, belçîkî û qanûnên mirovî yên navneteweyî Jean Vermot bi "Zoomê" beşdar bû û semînerek li ser mijarê da.

Jean Vermont bal kişand ser bendên 3 û 4 ên madeya 2 a peymana Neteweyên Yekbûyî û got: "Li gorî van bendan; hemû endamên desteyê dê nakokiyên xwe yên navneteweyî bi rêyên aştiyane çareser bikin bi rengek ku aşitî, ewlehî û dadmendiya navneteweyî nexin xeterê. Qedexeye hemû endamên desteyê di têkiliyên xwe yên navneteweyî de gefa hêzê li dijî ewlehiya axê an serxwebûna siyasî ya welatekî bi kar bînin, bi rengek din ku bi armancên Neteweyên Yekbûyî re ne nakok be."

'DEWLETA TIRK JI BER DERBEKIRINA KURDÊN LI SÛRIYÊ HINCETAN DERDIXÎNE'

Vermont diyar kir ku dewleta Tirk bendên parastina rewa bi kar tîne da ku êrişên xwe yên li Sûriyê rewa bike û bi vî bendî Efrînê dagir kir.

Vermont bal kişand ser berxwedana Efrînê û wiha domand: "Berxwedana ku şêniyên Efrînê raber kirin, li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî rewa ye. Li gorî bendên NY'yê ev berxwedan xwezayî ye, ku li hemberî êrişan xwe biparêze.

Vermont, destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo derbekirina kurdên li Sûriyê hincetan diafirîne.

Jean Vermont diyar kir ku li gorî mîsaqên navneteweyî sûcên êrişan sûca herî mezin e, ji ber ku li dijî mirovahiyê ye û wiha domand: "Dewleta Tirk bi destwerdana xwe ya raste rast li Efrîn û Sûriyê ev sûc pêk anîn. Li gorî pergala esasî ya Romayê sûcdarên vê sûcê di dagehên navneteweyî de tên darizandin û li gorî madeya 8'an dikeve asta sûcên şer. Şêniyên Efrînê hatin îşkecekirin û sûcên dermirovî li dijî wan hate pêkanîn. Bi zanabûn azarên giran gihandin mirovan. Her wiha milkên wan desteser kirin û wêran kirin."

Vermont daxuya kirin ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser Efrînê de çete bi kar anîn, ev li dijî qanûnên NY'yê ne. Her wiha eşkere kir ku armanca sereke ji van êrişan derbekirina Rêveberiya Xweser a li Efrînê bû û got, divê sûcên êrişan werin tesbîtkirin, ji ber ku tevahî sûcên ku pêk anîne dikevin bin banê vê sûcê.

Li ser mijarê beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Hate gotin ku sûcên ku li Efrînê hatin kirin, dikeve xana sûcên qirkirina etnîkî ku fermandarên artêşa Tirk pêk anîne. Her wiha mudaxeleyên nixumandina navneteweyî ji çeteyên ku li dijî gelê Efrînê yên li Idlibê peyda dike hatin şermezarkirin.

Beşdaran girîngiya zêdekirina xebatê ji bo rawestandina sûcên ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tînin, dayîna tawîzan ji bo kesên ku di her aliyan de ziyan dîtine û amadekirina dosyayên li ser sûcan hate destnîşankirin.

Tê payîn ku komxebat bi encamnayê bi dawî bibe.

ANHA