Qetilkirina Seida û Hin li Frankfurtê hate şermezarkirin

Li Frankfurtê kuştina Seida Feysel El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr hate şermezarkirin.

Qetilkirina Seida û Hin li Frankfurtê hate şermezarkirin
30 ÇILE, 2021   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê kuştina Hevseroka Meclisa Bajarokê Til El-Şeyir a navçeya Deşîşa ya kantona Hesekê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El -Xidêr hate şermezarkirin.

Di mîtîngê de hate diyarkirin ku Serokkomarê Tirk destkeftiyên jinan dike hedef û feraseta Erdogan û ya DAIŞ’ê wekî hev e.

Çalakî bi sloganên ‘Erdoganê kujer’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.