Fermandarên YPG û YPJ’ê: Em ê pêşî li dagirkeriyê bigirin

Fermandarên YPG û YPJ’ê li Qamişloyê bi malbatên şehîdan re re civiyan û soz dan ku dê li dijî gefên dagirkeriyê têkoşîna xwe geş bikin.

Fermandarên YPG û YPJ’ê: Em ê pêşî li dagirkeriyê bigirin
Fermandarên YPG û YPJ’ê: Em ê pêşî li dagirkeriyê bigirin
Fermandarên YPG û YPJ’ê: Em ê pêşî li dagirkeriyê bigirin
Fermandarên YPG û YPJ’ê: Em ê pêşî li dagirkeriyê bigirin
Fermandarên YPG û YPJ’ê: Em ê pêşî li dagirkeriyê bigirin
Fermandarên YPG û YPJ’ê: Em ê pêşî li dagirkeriyê bigirin
Fermandarên YPG û YPJ’ê: Em ê pêşî li dagirkeriyê bigirin
Fermandarên YPG û YPJ’ê: Em ê pêşî li dagirkeriyê bigirin
30 ÇILE, 2021   17:39
QAMIŞLO

Fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Patrastina Jin (YPJ) li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Meclisa Malbatên Şehîdan re civînên hevgirtin û piştgiriyê bi malbatên şehîdan re li dar dixin.

Li Hola Rewabî ya Qamişloyê fermandarên YPG û YPJ’ê bi nêzî 300 malbatên şehîdan re civiya.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd di civîne axivî û diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser “serkeftina şehîdan û bihara gelan” e û got: “Peywira me ya sereke ew e ku em xwedî li wan nirxan derkevin ku şehîdên me afirandine. Ev deynê me tevan e. Em ê bi vî şiklî layiqî şehîdên xwe bin. Lewma jî divê em sazî û dezhegên xwe xurttir bikin û wan biparêzin. Dê bersiva me ya ji gefên dagirkeriyê re jî bi vî şiklî be.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Piling Qamişlo jî got heta ku dagirkeran ji tevahiya xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdixin, dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha axivî: “Planên ku di sala 2011’an de li dijî gelê me hatine çêkirin, hê jî dewam dikin. Armanca wan a esasî; hewl didin gelê Kurd tune bikin. Li hemberî vê yekê jî her çi dibe bila bibe, em amade ne ku gelê xwe biparêzin û li hemberî dijminan têkoşîna xwe bimeşînin.”

Piştî axaftina fermandaran sînevîzyonek têkildarî têkoşîna şehîdan hate pêşandan.

Her wiha di dawiya civînê de koma muzîkê ya ji Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo stran pêşkêş kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w6hqWC68_zg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>