'Hikumeta Şamê ji sûcên li Efrînê têne kirin, berpirsyar e'

Di mijara duyemîn a komxebata hiqûqî ya derbarê sûcên li Efrînê de, hate gotin, hikumeta Şamê ji sûcên derexlaqî û dermirovî yên ku li dijî jinên efrînî têne kirin berpirsyar e. Her wiha hate diyarkirin ku Efrîn di encama bazarekê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk û bi sponseriya Rûsyaya de hate dagirkirin.

'Hikumeta Şamê ji sûcên li Efrînê têne kirin, berpirsyar e'
'Hikumeta Şamê ji sûcên li Efrînê têne kirin, berpirsyar e'
'Hikumeta Şamê ji sûcên li Efrînê têne kirin, berpirsyar e'
30 ÇILE, 2021   18:18
QAMIŞLO

Komxebata duyemîn a hiqûqî ya derbarê sûcên mafên mirovan li Efrîna dagirkirî de bi nîqaşên li ser mijara duyemîn de berdewam dike.

Mijara duyemîn a komxebatê li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên li Efrînê û rêbazên qanûnî yên muhasebekirina sûcdaran e.

Li ser vê mijarê parêzera di qanûnên navnetewî û doplomatîk de û endama Konseya Şêwerî ya Jinan a nûnerê taybet ji bo Sûriyê û seroka Komîteya Sûriyên ji bo Girtî û Revandiyan Mecdolîn Hesen semîner da.

Mecdolîn diyar kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk sûcên hovane li dijî şêniyên Efrînê, bi taybet li dijî jinan pêk tînin, bi sedan şêniyên Efrînê ji aliyê komên ser bi dewleta Tirk ve hatin kuştin. Mecdolîn destnîşan di gelek rapoeran de îşaret bi van sûcan hate kirin.

Mecdolîn got, dagirkeriya Tirk gelek sûc li dijî jinê Efrînêpêk anîne, çareserkirina rewşa Efrînê û darizandina sûcdaran berpirsyartiyeke navnetewî ye.

'DEWLETA TIRK JI SÛCÊN LI EFRÎNÊ TÊNE KIRIN, BERPIRSYAR E'

Mecdolîn diyar kir ku doza Efrînê dozeke niştimîn Sûrî ye, divê tevahî rêxistinên hiqûqî yên Sûrî li Efrînê xwedî derkevin, ji ber ku niştecihên wê sûrî ne.

Mecdolîn da zanîn ku ji hemû rêxistinên hiqûqî yên cîhanê tê xwestin û sûcdaran muhasebe bikin û wan sewqî dadgeha Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bikin. Her whia teqez kir ku hikumeta Tirk ji sûcên ku li Efrînê têne kirin berpirsyar e û  Îtîlafa Sûriyê lêvegera komên çeteyên li wir e.

Parêzer Mecdolîn Hesen îşaret bi bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî sûcên ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tînin kir û diyar kir ku hikumeta Şamê ji projeya demokratîk a ku şêniyên Efrîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pejirandine, ditirise û got: "Divê pergala destpotî ya li Şamê were bi dawîkirin."

' QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ YÊN PARASTINA JINAN NÎNIN'

Mecdolîn di berdewama semînerê de got: "Divê dosyayên jinan radestî dadgehên navneteweyî werin kirin. Dadgeh jî dikare li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê girtekan pêk bînin û sûcdaran sewqî Dadageha Cînayetan a Navneteweyî bikin."

Mecdolîn got: "Di qanûnên navneteweyî de tu qanûn nînin ku jinan biparêzin, tekestên giştî hene, lê yên taybet ji bo jinan tunene."

Li ser mijarê, beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Li gorî nêrînan, sûcên ku li dijî jinên Efrînê têne kirin, sûcên plankirî ne, armanc jê têkbirina vîna jinên têkoşer e.

Beşdaran diyar kirin mikurhatinên navneteweyî hene ku li Efrînê jin hatine revandin û li dijî wê her cûre sûc têne kirin. Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk yekser ji van sûcan berpirsyar e.

Her wiha  li ser mijara çawaniya destekdayîna jinên ku li dijî wan sûc têne kirin da ku mafên xwe bi dest bixin, nîqaş çêbû. Hate diyarkirin ku divê sûc werin belgekirin û radestî aliyên têkildar werin kirin û divê çalakî werin lidarxistin da ku dengê jinan bighîne qadên navnetewî.

Di nîqaşan de rola jinên Kurd ên ku şer kir, jinên ku li dijî wan îşkece hate kirin û yên revandî yên ku çarenûsa wan hîna ne diyare, hate destnîşankirin.

Di nîqaşên beşdaran de, hate destnîşankirin ku hikumeta Şamê ji sûcên derexlaqî û dermirovî yên li dijî jinên Efrînê têne kirin, berpirsyar e. Hate gotin ku Efrîn di encama bazarekê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de û bi sponseriya Rûsya li beramberî Xûtayê hate dagirkirin.

Parêzer û mamoste di fakuleteya Hiqûq a Eskenderiya û endamê Yekitiya Parêzerên Ereb-Misir Ehmed Receb Şehate Mehmûd behsa rêbazên qanûnî yên darizandina sûcdaran kir û got: "Dewleta Tirk li djiî şênî û jinên Efrînê gelek sûc pêk anîn."

Ehmed Receb Şehate diyar kir ku divê Konseya Ewlekariyê biryarekî derbarê cezakirina sûcên li Efrînê de bigire û dadgehekê mîna dadgeha ku li Yugoslavyayê hate avakirin û dadgeh li Lubnanê hate avakirin da ku kujerên Rafîq Herîrî bişopîne ava bikin.

Komxbat bi nîqaşên li ser mijara duyemîn didome

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/syGVdKXOdh0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>