Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 13 kesên din bi vîrusa koroneyê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 13 kesên din bi vîrusa koroneyê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 13 kesên din bi vîrusa koroneyê ketin
30 ÇILE, 2021   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa, kesên bi vîrusa Koroneyê ketine 9 mêr û 4 jin in, ji van herêman:

Hesekê: 2

Qamişlo: 3

Girkê Legê: 1

Tebqa: 3

Dêrazor: 1

Minbic: 3

Mistefa bi bîr xist ku 2 pêkhetiyên vîrusê bi temamî baş bûne û tu kes nemiriye.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 hezar û 476 kes bi vîrusa koroneyê ketine, ji wan 296 kes jiyana xwe ji dest da û hezar û 212 kes jî baş bûn.

(dx)

ANHA