Malbatan ji bo ku biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Birayê rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo ku biçin serdana xizmên xwe, serî li dozgeriyê da.

Malbatan ji bo ku biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê da
29 ÇILE, 2021   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo ku biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Her wiha birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê da ku hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin.