Guterres: Divê çete yekser ji Lîbyayê derkevin

Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê û sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres bang li çeteyên alîgirên dewleta Tirk kir ku yekser ji Lîbyayê derkevin û got "Dev ji gelê Lîbyayê û kar û barên wan berdin.”

Guterres: Divê çete yekser ji Lîbyayê derkevin
29 ÇILE, 2021   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û sekreterê giştî yê NY`yê duh (pêncşem) rewşa Lîbyayê nîqaş kir û di daxuyaniyekê de bang li hemû çekdar û çeteyên biyanî kir ku yekser ji Lîbyayê derkevin.

Meclisa Ewlehiyê di daxuyaniyê de tekez kir ku divê hemû hemwelatiyên Lîbyayê û aliyên navneteweyî qedexekirina çekan û peymana agirbestê, esas bigirin.

Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres jî ji rojnamevanan re got “Agirbest hîna di meriyetê de ye.”

Guterres wiha lê zêde kir: "Divê hemû çete û hêzên biyanî dev ji gelê Lîbyayê û kar û barên wan berdin. Ji ber ku gelê Lîbyayê îspat kir ku ew dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin."

(dx)