Kampanyaya ‘Ez alîkar im’ heta niha destek daye 200 malbatan

Mamosteyên jin bi rêya kampanyaya “Ez alîkar im” di salekê de bi 23 milyon lîreyên Sûriyê alîkariya malbatên xizan ên li Qamişloyê kir.

Kampanyaya ‘Ez alîkar im’ heta niha destek daye 200 malbatan
Kampanyaya ‘Ez alîkar im’ heta niha destek daye 200 malbatan
Kampanyaya ‘Ez alîkar im’ heta niha destek daye 200 malbatan
Kampanyaya ‘Ez alîkar im’ heta niha destek daye 200 malbatan
Kampanyaya ‘Ez alîkar im’ heta niha destek daye 200 malbatan
Kampanyaya ‘Ez alîkar im’ heta niha destek daye 200 malbatan
29 ÇILE, 2021   09:36
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Hejmareke mamosteyên jin ên Rêveberiya Xweser, bi armanca alîkarîdayîna malbatên xizan ên li Qamişloyê, di Nîsana 2020`an de dest bi kampanyaya “Ez alîkar im” kir.

3 mamosteyên ku kampanya bi rêxistin kiriye, komîteyek ji 11 kesan ava kir da ku bi karê belavkirina alîkariyan rabe.

Ew komîte rewşa malbatan lêkolîn dike û li gorî wê navên wan qeyd dike. Ew di hilbijartina malbatan de girîngiyê didin kesên muhtac an jî nexweş.

Bi rêya kampanyaya “Ez alîkar im” heta niha alîkariya 200 malbatan hatiye kirin. Her wiha di rewşa vîrusa Koronayê de alavên nefesê ji 4 malbatan re hatine peydakirin û ji bo wê mehane pere ji wan malbatan re tê veqetandin. Alîkariyên tên dayîn ne tenê madeyên xwarinê û pêdiviyên tenduristiyê ne, lê belê di cejnan de jî cil û diyarî ji zarokên malbatên xizan re tên kirîn.

Her wiha ji dema destpêkirina kampanyayê ve û heta niha 15 milyon lîreyên Sûriyê wekî pere ji malbatan re hatine dayîn û 8 milyon lîre jî bi rêya madeyên xwarinê, çek, pêdiviyên tenduristî û hwd hatine dayîn.

Têkildarî mijarê, mamoste Talîn Abdulah ku yek berpirsên kampanyayê ye, wiha got: “Dema me rewşa malbatên xizan didît, em li hemberî wan bi berpirsyariyê dihesîn. Lewma me biryar da ku em alîkariya van malbatan bikin.”

Talîn da zanîn ku ji kesên ku beşdarî kampanyayê bûne 200 kes mamoste ne û 200 jî ji bajarê Qamişlo û dervey welat in.

Talîn her wiha diyar kir ku ji bo komkirina pereyan 3 kom li ser malperên medyaya civakî hatine çêkirin û her heyvê mamosteyek li ser komekê disekine û pereyan kom dike.

Talîn daxuyand ku kampanyaya “Ez alîkar im” ne tenê ji bo malbatên xizan e, lê belê ew li gorî derfetên xwe alîkariya xwendekaran jî dikin û wiha domand: “Hin xwendekar nexweşiyên derûnî bi wan re hene, em malbatên wan agahdar dikin û em bi rêya kampanyaya xwe wan dişînin dibistanên taybet da ku tedawî bibin. Heta niha me 5 xwendekar şandine dibistanên taybet.”

Mamoste Talîn Abdulah destnîşan kir ku dê kampanyaya “Ez alîkar im” berdewam bike û got roj bi roj baweriya bi kampanyayê zêdetir dibe.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t6sObs7871M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>