Koalîsyona Erebî: Me moşekeke ku ber bi Erebistana Siûdî ve hat avêtin, bê bandor kir

Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî, ragihand ku moşekek koma Ensarullah a Hûsiyan ku ber bi Erebistana Siûdî ve avêtiye, bê bandor kiriye.

Koalîsyona Erebî: Me moşekeke ku ber bi Erebistana Siûdî ve hat avêtin, bê bandor kir
23 ÇILE, 2021   11:09
 NAVENDA NÛÇEYAN

Koalîsyonê da zanîn ku pergala parastinê ya Erebistana Siûdî moşekek ku koma Ensarullah a Hûsiayn ber bi Riyadê ve avêt, rûxandiye.

Her wiha Koalîsyonê roja înê ragihand ku keştiyeke bombebarkirî li başûrê Deryayê Sor tune kiriye.

Beriya hefteyekê jî Koalîsyona Erebî ragihandibû ku 3 dronên bombebarkirî ku ji hêla Hûsiyan ve ber bi Erebistana Siûdî ve hatibûn şandin, rûxandine. Koalîsyonê îdia kir ku bajarê Hudeyda veguheriye navenda avêtina dronên bombebarkirî û êrişên dijber.

 (şx)