Rewşenbîr: Israra şêniyên Efrînê mînaka berxwedan û fedekariyê ye

Rewşenbîrên Kurd berxwedana şêniyên Efrînê ya li kampên Şehbayê silav kir û diyar kir ku dewletên dagirker hewl didin destkeftiyên gelê Kurd têk bibin. Rewşenbîran gotin ku israra şêniyên a li dijî van siyasetan mînaka berxwedanî û fedekariyê ye.

Rewşenbîr: Israra şêniyên Efrînê mînaka berxwedan û fedekariyê ye
23 ÇILE, 2021   01:24
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Piştî ku dewleta Tirk êrişî kantona Efrînê kir û di 18`ê Adara 2018`an de dagirkir, şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bibin. Şêniyên Efrînê li Şehbayê berxwedaniya xwe berdewam kir û tu carî xwe dûrî Efrînê nexistin, ji ber ku di wê baweriyê de ne ku dê piştî rizgarkirinê vegerin warê xwe.

Rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dijwar e, ji ber ku hikumeta Şamê ambargo li ser kampên ku gel lê dimînin ferz kiriye.

Şêniyên Efrînê yên ku bi darê zorê ji malên xwe derketine, got ku hikumeta Şamê bi rêya ferzkirina ambargoyê li ser kampan dixwaze vîn û israra şêniyan têk bibe, lê ew ê heta rizgarkirina Efrînê û vegera li xakê li ber xwe bidin.

Têkildarî ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kampên Şehbayê ferz kiriye û qedexeya derbaskirina madeyên xwarinê ji herêmê re, rewşenbîran nêrînên xwe anîn ziman.

/kr/uploads/files/2021/01/22/213010_-.webp

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê ya şaxê Dêrikê nivîskar Mihemed Ebdulezîz berxwedana şêniyên Efrînê ya li kampên Şehbayê silav kir û wiha got: "Li gel êrişên domdar û hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, berxwedana şêniyên Efrînê ya li kampa Şehbayê ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bû mînak."

Ebdulezîz got tevî zext û ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kampên koçberan ferz kiriye, şêniyên Efrînê li kampan li ber xwe didin û tirs xistine nava dagirker û çeteyan.

Mihemed Ebdulezîz bal kişand ser Berxwedana Serdemê ya ku 58  rojan li kantona Efrînê  hate raberkirin û wiha pê de çû: "Berxwedana Serdemê ya ku 58 rojan li Efrînê hate raberkirin bersiveke tund da dewleta Tirk, rejîma Baasê û hevalbenda wê Rûsyayê. Gelê Kurd li ser xaka xwe ya dîrokî bi azadî dijî, lê Rûsya û hikumeta Şamê berê û niha jî li ser hesabên destkeftiyên vî gelî peymanan mohr dikin."

ꞌPROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK PLANÊN LI DIJÎ GELÊ HERÊMÊ TÊK BIRINꞌ

Rewşenbîr Mihemed Ebdulezîz destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tirs xiste nava dewletên dagirker û dewletên ku destwerdana kar û barên Sûriyê dikin, ji ber vê yekê êrişên hovane li dijî herêmê pêk anîn, mînaka wê jî Efrînê ye.

Ebulezîz diyar kir ku aliyên ku destwerdana kar û barên Sûriyê dikin, di gelek dosyayan de li hev nakin, lê dema mijar dibe Kurd hemû li hev dikin û li dijî kurdan disekinin.

Mihemed Ebdulezîz berxwedan û moralê şêniyên Efrînê yên li kampên Şehbayê silav kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Moralê wan ê bilind hêviyê dide me, serkeftina wan a li dijî dagirkeran serkeftina Şoreşa Rojava û serkeftina projeya neteweya demokratîk e, di heman demê de berxwedana wan têkbirina komployên li dijî gelên me ne."

/kr/uploads/files/2021/01/22/213040_-.webp

Helbestvan û Endama Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê Saliha Qasim jî axivî û got: "Her çi qasî rewşa gelê me yê li Şehbayê dijwar e û hikumeta Şamê ambargo li wan ferz dike, lê dîsa jî berxwedan û girêdana wan bi xaka xwe ve ji destpêka şoreşê ve û heta roja îro bû mînak."

Saliha Qasim di berdewamiya gotina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk herêma Şehbayê tengav dike, di heman demê hikumeta Şamê jî tevî ku herêma Şehbayê beşek ji Sûriyê ye, lê bi piştgiriya Rûsyayê dorpêçê tundtir dike û nahêle ku madeyên xwarinê û sotemenî derbasî herêmê bibe.

ꞌBI BERXWEDAN KOMPLO TÊK DIÇINꞌ

Saliha Qasim da zanîn ku dewletên kapîtalîst hewl dide azadî û mafên gelan têk bibin, lê bi berxwedanî dawî li hemû komplo û planan tê, di  heman demê de Berxwedana Serdemê dê serkeftinê misoger bike û rê nade ku dewleta Tirk û çeteyên wê ku li Efrînê û Şehbayê armancên xwe bigihînin serî.

Saliha di dawiyê de eşkere kir ku hikumeta Sûriyê û dewleta Tirk ji bo ku vîna gelê Şehba û Efrînê bişkîne herêmê dorpêç dike û got: "Berdêl çi dibe bila bibe wê dagirker nikarbin vîna gelên wan bişkîne. Di dawiyê de dê dagirkeran ji xaka xwe derxin û vegerin Efrînê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/92PSEjZ2nB4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>