Jinên koçber di nava êşa koçberiyê û hêviya vegerê de jiyana xwe didomînin

Piştî zêdetirî salekê ji koçberiyê, jinên ji herêma Serêkaniyê ya dagirkirî, bi hêvî ne ku vegerin warên xwe û mîna berê jiyana xwe bidomînin.

Jinên koçber di nava êşa koçberiyê û hêviya vegerê de jiyana xwe didomînin
Jinên koçber di nava êşa koçberiyê û hêviya vegerê de jiyana xwe didomînin
Jinên koçber di nava êşa koçberiyê û hêviya vegerê de jiyana xwe didomînin
Jinên koçber di nava êşa koçberiyê û hêviya vegerê de jiyana xwe didomînin
Jinên koçber di nava êşa koçberiyê û hêviya vegerê de jiyana xwe didomînin
Jinên koçber di nava êşa koçberiyê û hêviya vegerê de jiyana xwe didomînin
Jinên koçber di nava êşa koçberiyê û hêviya vegerê de jiyana xwe didomînin
Jinên koçber di nava êşa koçberiyê û hêviya vegerê de jiyana xwe didomînin
Jinên koçber di nava êşa koçberiyê û hêviya vegerê de jiyana xwe didomînin
23 ÇILE, 2021   04:58
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHEMAN

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê destpêka Cotmeha 2019`an dagir kir, rewşa bi hezaran şêniyên ku ji ber êrişên dagirkeriyê koçber bûn, hate guhertin. Yên herî zêde ji van êrişan zirar dîtine jin bûn ên ku bi hêviya vegerê dev ji malên xwe berdan.

/kr/uploads/files/2021/01/22/204217_.webp

Fetûma Hisên El-Hemade (50) kêliyên derketina ji Serêkaniyê ku bi "Kabusê" wesifandin vegotin. Fetûma got: “Asmanê Serêkaniyê ji nişka ve veguherî ewireke tarî. Em di nava ewlehiyê de bûn, lê di çend deqeyan de jiyana me veguherî kabûsê. Top mîna baranê li ser me barîn. Em bi lez ji bajêr derketin ji bo ku zarokan biparêzin. Tenê bi cilûbergên li ber xwe em derketin.”

Ji şoka topbaranê û ji ber tirsa ji dîtina cenazeyên zarok û jinan ên ji ber topbaranê belav bûbûn, Fetûma krîza dil derbars dike û hema yekser wê radikin nexweşxaneyê û heta vê kêliyê ji ber wê tê dermankirin.

Piştî zêdetirî 5 mehan ji koçberiyê û veghestinê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Fetûma û malbata xwe li kampa Weşûkanî bi cih dibin. Li wir jî ji ber ku kon biçûk e, desteka kêm û rewşa trajedîk li gel tunebûna desteka çalak ji hêla rêxistinên mirovî ve, zehmetî dikişîne

Hêviya Fetûma ew e ku vegera mala xwe û cîranên ku ji ber êrişan jê qut bûye bibîne. Fetûma bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku dagirkirina li ser herêmên wan a ji hêla dewleta Tirk ve bi dawî bikin û koçber vegerin warên xwe.

/kr/uploads/files/2021/01/22/204242_.webp

Turfe El-Mihemed a 60 salî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi Kuliyê ku şîn û hişk dixwe wesifand û wiha domand: “Em koçber bûn, perîşan bûn, malên me talan kirin, me jiyana xwe û pêşeroja zarokên xwe li du xwe hişt. Jiyana me xweş bû, xêr pir bû. lê îro em nikarin pêdiviyên zarokên xwe yên herî besît peyda bikin.”

Turfe piştrast kir ku çeteyên dewleta Tirk mala wê talan kirine, hilberîna pembo û zeytûnê ya wan dizîne û tiştek ji bilî wêraniyê nehiştin.

Derbarê sedema ku çima tevî malbata xwe venagere Serêkaniyê, Turfe got: “Heta kevir jî ji sûcên dagirkeran nefilitîn. Gelên li herêmên dagikirî bi taybet jin, rastî hovantirîn sûcên şer tên. Bi taybet ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve yên ku qanûnên xwe ferz dikin ku di radeya yekemîn de azadiya jinan dikin hedef.”

Li gorî hevserokatiya Meclisa Kampa Weşûkanî niha derdora 12 hezar û 22 kes li kampê hene di nav de 7 hezar û 250 jin in.

(şx)

ANHA