Kongreya Star: Projeya Rêveberiya Xweser rêya yekane ya çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê ye

Koordînasyona Kongreya Star salvegera 7’emîn a damezrandina projeya Rêveberiya Xweser pîroz kir û da zanîn ku ev proje rêya tekane ya çareserkirina tevahî pirsgirêkên olî, neteweyî, mezhebî, etnîkî û zayendî, ne tenê li Sûriyê ye, lê belê li ser asta Rojhilata Navîn e.

Kongreya Star: Projeya Rêveberiya Xweser rêya yekane ya çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê ye
21 ÇILE, 2021   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Koordînasyona Kongreya Star bi boneya salvegera 7’emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi boneya salvegera 7’emîn a damezrandina projeya Rêveberiya Xweser a herêma Cizîr, em wek Kongreya Star gelê xwe û Rêveberiya Xweser pîroz dikin.

Ev proje, rêya çareserkirina tevahî pirsgirêkên olî, neteweyî, mezhebî, etnîkî û zayendî, ne tenê ji bo krîza Sûriyê, lê ji bo tevahî nakokiyên li Rojhilata Navîn e.

Projeya Rêveberiya Xweser xwe dispêre birêvebirina gel di rêvebertiya nenavendî û demokratîk de, da ku gel xwe bi xwe biryara xwe bide, parastin û xweparastina xwe bike. Ji lew re ev projeya ya herî baş ji bo derketina Sûriyê ji krîzê û şerkirina li dijî tevahî şêweyên destpotî û dîktatoriyê ye.

Ji bo derbekirina van destkeftiyan, gelek hêzên leşkerî û siyasî bi rêya şerê taybet kiryaran li herêmê û derveyî wê dimeşînin. Da ku nakokiyan li herêmê çêkin û proje bi ser nekeve. Ji lew re divê em di aliyên fikirî û bedenî de xwe xurt bikin û li hember tevahî astengî û êrişan bisekin. Da ku ev proje li tevahî Sûriyê belav bibe û krîza xwe bi der keve."

(fr)

ANHA