Malbatên şehîdan ên Kobanê ji bo derxistina dewleta Tirk dest bi komkirina îmzeyan kir

Bi durişma "Na ji dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Sûriyê re, erê ji dadgehkirina Erdogan re" Meclisa Malbatên Şehîdan li herêma Firatê dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir.

Malbatên şehîdan ên Kobanê ji bo derxistina dewleta Tirk dest bi komkirina îmzeyan kir
21 ÇILE, 2021   13:33
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan îro li dijî dagirkeriyê dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê maseyek danî û dest bi komkirina îmzeyan kir. Tê payîn ku ev îmze ji Komkara Erebî û Neteweyên Yekbûyî re werin şandin.

Hemleya komkirina îmzeyan dê çend rojan bidome. Tê payîn ku gundên Kobanê jî dê tev li hemleyê bibin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2NldLjlRBaw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>