Polîsên Çeçenistanê çeteyekî berpirsê êrişên li dijî Moskovê kuşt

Li Çeçenistanê kesê bi pêşengiya çeteyên DAIŞ’ê û pêkanîna êrişên li dijî Moskovê hatibû tawanbarkirin û di lîsteya terorê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de ye, ji hêla polîsên Çeçnistanê ve hate kuştin.

Polîsên Çeçenistanê çeteyekî berpirsê êrişên li dijî Moskovê kuşt
21 ÇILE, 2021   13:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Çeçenistanê Remedan Qadîrov duh ragihand ku Aslan Potokayêv ku bi pêşengiya çeteyên DAIŞ`ê li Çeçenistanê û pêkanîna êrişên li dijî Moskovê hatibû tawanbarkirin, hatiye kuştin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê sala 2016`an Potokayêv ku bi navê ‘Emîr Hemze’ tê naskirin, xistibû lîsteya terorê. Wezaretê bi bîr xistibû ku Potokayêv Hezîrana 2015`an bûye lîderê çeteyên DAIŞ`ê yên li Çeçenistanê.

 (şx)