QSD li dora gundewarên Eyn Îsayê cebilxaneya çeteyên dagirkeriyê û termên wan dîtin

QSD`ê di hemleya serdegirtinê ya li gundê Malkiye li gundewarên Eyn Îsayê de gelek cebilxane deste ser kirin û termên çeteyên dewleta Tirk dîtin.

QSD li dora gundewarên Eyn Îsayê cebilxaneya çeteyên dagirkeriyê û termên wan dîtin
20 ÇILE, 2021   16:35
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di çend hefteyên dawîn de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, rojane gundên navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin û hewl didin derbasî nava gundan bibin. Ji wan gundan, gundê Malkiye. Lê Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrişan dide û wan hewldanên derbasbûnê têk dibe.

Îro QSD`ê hemleyek serdegertinê li dora gundê Malkiye ragihand. Di wê hemleyê de, gelek cebilxaneya çeteyan desteser kirin û termên gelek çeteyan dîtin.

(şx)

ANHA