Meclisa Malbatên Şehîdan li dijî kanala Rûdawê doz vekir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê li dijî kanala Rûdawê li Dozgeriya Giştî ya li bajarê Qamişlo doza girtinê vekir. Meclîsê diyar kir ku kanala Rûdaw bi zanebûn rastiyan berovajî dike.

Meclisa Malbatên Şehîdan li dijî kanala Rûdawê doz vekir
Meclisa Malbatên Şehîdan li dijî kanala Rûdawê doz vekir
Meclisa Malbatên Şehîdan li dijî kanala Rûdawê doz vekir
20 ÇILE, 2021   13:57
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê di doza xwe ya li dijî kanala Rûdawê de behsa nûçeyên ku kanal diweşîne kir û got kanal nûçeyan li dûrî rastiyê diweşîne.

Meclisê diyar kir ku:" Kanala Rûdawê nûçeyên girêdayî reşkirina Rojava diweşîne. Di vê çaroveya nûçeyên dervey rastiyê de beriya çend rojan logoya fermî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berovajî kir xiste rojeva xwe. Her wiha nûçeyan ji Ajansa Anadolu ya dewleta Tirk û ya girêdayî îstixbarata dewleta Tirk der barê navçeya Eyn Îsa de weşand. Her wiha nûçeyên dûrî tiştên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibin, diweşîne."

Meclisê ji Dozgeriya Giştî xwest ku karê buroya Rûdawê ya li Qamişlo were girtin. Ji ber ku sûcên berûvajîkirina rastiyan,  propogandayên reşkirinê û nûçeyên derewîn pêk tîne.

(dm)