Li Helebê bi hezaran dagirkirina Efrînê şermezar kir

Di salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê de, bi hezaran şêniyên Efrînê yên koçber û şêniyên Helebê bi sloganên “Teqez em ê vegerin” daketin kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û berdewamkirina êrişên li dijî kantonê şermezar kirin.

Li Helebê bi hezaran dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li Helebê bi hezaran dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li Helebê bi hezaran dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li Helebê bi hezaran dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li Helebê bi hezaran dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li Helebê bi hezaran dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li Helebê bi hezaran dagirkirina Efrînê şermezar kir
20 ÇILE, 2021   13:15
HELEB

Îro bi hezaran şêniyên Efrînê yên koçber û şêniyên taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê yên li Helebê li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn. Xwepêşandêran wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê rakirin.

Xwepêşandêr li kolanên taxên Şêxmeqsûdê geriyan û ber bi Qada Şehîd Destîna ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ve çûn.

Li qadê meş veguherî mîtîngê. Piştre hevserokê Meclisa Giştî Mihemed Şêx û endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Fatima Hesîno axivîn.

Mihemed Şêxo da zanîn ku ew derveyî hêzên xwe yên ku ji zarokên wan pêk tê, xwe naspêrin tu hêzan. Mihemed Şêxo diyar kir ku baweriya wan bi HRE, QSD û YPG`ê tê. Şêxo di dawiya gotina xwe de destnîşan kir ku serkeftin ji her demê zêdetir nêzîk bûye, ji ber ku dem hatiye ku li dijî artêşa Tirk serî hildin û hesabên pêkanîna sûcan jê werin xwestin.

Endama Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Fatima Hesîno jî axivî û got armanca wan yekitî ye, da ku dûrî xetereya artêşa Tirk bikevin û parastina gelên xwe ji sûcên wê bikin.

Fatima Hesîno bang li koçberên ji Efrînê kir ku heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran, têkoşîna xwe berdewam bikin.

(eh)

ANHA